Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin

  • jin
  • 15:13 25 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên jinan di çarçoveya çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê de li dehan navendan daketin qadan, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî li dar xistin. Jinên ku gotin û têkoşîna xwe kirin yek gotin: “Ji bo em xwişkek xwe jî bi tenê nehêlin, em ê vê têkoşînê mezin bikin.” 

 
Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîddeta li Beramberî Jinê ye. Li dehen bajêr û navçeyên bakurên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê rêxistin û saziyên jinan daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî û şahî li dar xistin. Ji Wanê Heta Stenbolê li seranserî Tirkiyê jin daketin qadan û li dijî tundiyê sekinînin û ji tundî û kuştina jinan re gotin na. 
 
AMED 
 
Navenda Şêwirmendî û Pêkanînê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê jî li avahiya xizmeta edlî ya baroyê civîna çapemeniyê birêve bir û gelek parêzer beşdarî civînê bûn. Rêvebera Baroyê Bêrîvan Tûran axivî û destnîşan kir ku ew e ê her li dijî tundiyê derkevin û banga têkoşîna tundiya li dijî şidetê li tevahiya civakê kir. Tûran got ew cîhanek ku tundî lê bi dawî bûye û jiyanek wekhev diparêz in û di vî warî de têkoşîna wan a hiqûqî didome. 
 
TUNDÎ POLÎTÎK E
 
Baskê Jinan a Rêxistina CHP’ê ya Amedê jî li ber avahiya xwe daxuayanî da û jinên CHP’yî di daxuyaniyê de diyar kirin ku tundiya li ser jinan polîtîk e. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi wesîleya rojê li ber avahiyek navendek kar daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê rêvebera Sendîkaya SES’ê Selma Ateş xwend û jinan pankart û dovîzan hildan û vekirin. Ateş got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
DERSIM 
 
Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî li Meydana Seyît Riza hatin cem hev û bi minasebeta rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz hildan û dirûşm berz kirin. endama Platformê Fatoş Taşkale daxuyanî xwend û destnîşan kir ku her roj ew bi agahiyên kuştin û tundiya li ser jinan şiyar dibin û ew ê li dijî tundiyê têbikoşin. 
 
Xwişka Gulîstan Dokû ya li Dersimê hatiye windakirin, Aygül Dokû jî da zanîn ku 326 roj in agahî ji xwişka wê nayê girtin û her kî ji windakirina xwişka wê berpirsiyar be dê hesab bide. Dokû anî ziman ku ji roja ewilî ve rayedar zextan li ser wan dikin ku ji bo Gulîstanê daxuyanî nedin û çalakiyan li dar nexin û encama wê çi dibe bila bibe ew ê rojekê Gulîstanê bibînin û yên êşê bi wan didin kişandin dê werin cezakirin.
 
WAN 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Wanê xwest meşek li dar bixe. Polîsan bi hêceta “pandemiyê-koronayê” û “qedexeya çalakî û şahiyan” destûr neda meşê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û gelek jinên ji bajarên derdorê hatibûn û jinên Wanê beşdarî çalakiyê bûn. Di navbera parlamenter û polîsan de demek dirêj nîqaş dewam kir. Jinan bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî destûrnedana çalakiyê dan. 
 
Piştî ku destûr nehat dayîn jinan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin daxuyanî xwend û got: “Em ê serê xwe ji polîtîkayên dijmintiya jinan re netewînin. Em ji zilam û hêzên dewletê û desthildariyê natirsin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in. Em bi rûmet in, me çong danenî û em serbilind in.” 
 
GUNAY: WÊ RAPERÎNA ME MEZIN BIBE 
 
Pişt re Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û bertek nîşanî qedexekirina meşa jinan da û got: “Li her cihê em lê ne, em ê raperîna xwe mezin bikin. Em ê ji dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî tundiya zilam û dewletê têbikoşin û xwe biparêz in. Wê raperîna me bi gotina ‘em xwe diparêz in’ mezin bibe.” 
 
Piştî axaftinan jinan govend gerand. 
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jînên Azad (TJA) li Şirnexê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li ber avahiya HDP'ê çalakiya “Zincîra Binevşî” li dar xist. Meclîsa Jinên HDP'ê, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin. Piştî çalakiya “Zincîra Binevşî” li ser navê jinan aktivîsta TJA'yê Zozan Aksu daxuyanî xwend. 
 
Aksu bal kişand ser wate û girîngiya 25'ê Mijdarê û got: "Ber bi 25’ê Mijdarê ve, TJA di sedsala 21’emîn a jinan de ne ku li dijî dîroka ‘mêrê leheng’ ê fêlbaz, sextekar û qirker ji bo azadiya xwe têdikoşe. Em ê xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûre tundiyê bisekinin. Em bi vê sekna xwe ya dîrokî serbilind in me serî netewand em bi rûmet in, me çok dananî em serbilind in, em ji qanûnên mêrê serdest ku dewlet berhama wî ya zîhnî ye û jinan nas nake, natirsin, serî danaynin, paşde gav navêjin. Em wekî TJA’yê jinên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê, di 25’ê Mijdarê de bi gotina jiyan û qad yên me ne, vedixwînin qadên azad ên jinan."
 
Piştî daxuyaniyê jinan çîroka jinên ku hatine qetilkirin xwendin. 
 
Çalakî bi dirûşma "Em xwe diparêz in" bi dawî bû.
 
COLEMÊRG  
 
Jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî dan çapemeniyê û pankarta "Em xwe li hemberî zordestîya mêran diparêz in” vekirin. Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Tûran daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd.
 
SEMSÛR 
 
Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankart û dovîz vekirin û wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan. Parêzer Aysû Avci daxuyanî xwend.

MÊRDÎN

Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li avahiya KESK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û gelek jin beşdarî civînê bûn. Li ser navê Platformê Derya Dal daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li dijî her û cûre tundiyê derdikevin û îqtîdar dixwaze jinan bi tenê bihêle.

 
STENBOL 
 
Sendîkaya mamosteyan Egîtîm Sen a Jimara 6’an a Şaxa Stenbolê bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Meydana Beyazita navçeya Fatîhê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Egîtîm Senê Arzû Acar daxuyanî xwend û got: “Li şûna pêşîlêgirtina tundiyê, kiryar tên parastin û jin tune tên hesibandin. Mafên jinan hemû tên desteserkirin. Em ê bênavber û bêwestan serî rakin û qîr bikin. Şidet ne bi tena serê xwe ye di heman demê de polîtîk e. Rêya pêşîlêgirtina tundiyê di terxankirina wekheviya zayenda civakî de derbas dibe.”
 
JINÊN DÎSK’Ê 
 
Komîsyona Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî bi heman armancê li ber navenda xwe ya giştî ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû daxuyanî da û diyar kir ku divê jin ji her cûre tundiyê werin azadkirin û daxwazên jinan rêz kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Komîsyona Jinan a DÎSK’a Îzmîrê jî bi minasebeta rojê li ber Sumerbanka li navçeya Konakê daxuyanî da çapemeniyê û gelek jin beşdar bûn. 
 
Platforma Jinan a Bûcayê jî li Meydana Bu Çevik Bîr Meydan daxuyanî da çapemeniyê. Endama Platformê Hulya Altin daxuyanî da û got piştî erdhejê barê jinan gelek giran bûye. 
 
Li navçeya Dîkîlî jî jin li Meydana Ataturk kom bûn û diyar kirin ku ew ji bo jinên hatine qetilkirin li qadan û kolanan e û banga têkoşîna li dijî tundiyê kirin. 
 
EDENE
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe “Rapora Binpêkirina Mafan a Jinan a Sala 2020 a Edeneyê” bi raya giştî re parve kir. Endama Komîsyonê Baran Oner raporê xwend. Oner diyar kir k udi 10 mehan de ji sedî 37 tundî zêde bûye. Oner got 10 jin li Edeneyê hatine kuştin, 4 jinan întîhar kiriye û 2 jinan jî hewl daye întîhar bikin. Oner da zanîn ku 133 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine birîndarkirin û 2 hezar û 138 jin bi gef û heqaretên hevjînên xwe re rûbirû mane, 63 jin bi êrişên zayendî re rûbirû mane û 2 jin jî bi destdirêjiyê re rûbirû mane. 
 
BAROYA EDENEYÊ
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê jî ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser tundiyê û newekheviya jinan.
 
Jinên endamê DÎSK’ê jî li Meydana Gençlîk ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê ji bo mafên xwe têbikoşin. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kilinç daxuyanî xwend û got ew ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Platforma Jinan a Îskenderûnê jî daxuyanî da û berdevka demê ya Platformê Mehtap Sert daxuyanî xwend û destnîşan kir ku tundiya li ser jinan sûcê mirovahiyê ye. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê Komîsyona Jinan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Nîlay Nayman beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10 mehên salê de 402 mafên jinan hatine binpêkirin û newekehviya zayendî heye. 
 
KOMÎSYONA JINAN A OHD'Ê
 
Komîsyona Jinan Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê jî ji bo 25’ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoya parve kir balê kişand ser Peymana Stenbolê. 
 
JINÊN BIJÎŞK 
 
Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê jî li odeya xwe bi armanca rojê daxuyanî da çapemeniyê û jinên hatin qetilkirin bibîr anîn. 
 
 
 

Sernavên din

26/11/2020
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê
14:53 Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
14:15 Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin
13:51 Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
13:15 Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
12:45 Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
12:36 Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin
12:31 19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn
12:19 Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin
11:48 Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê
11:45 Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye
11:37 Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê
11:04 Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dolar cardin bû 8 TL
10:26 Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin
10:09 Hêjmara betalên Tirkiyeyê dê ji 4.7 milyonan derkeve 11.7 milyonan
10:03 Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin
09:15 Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin!
09:14 Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre
09:14 Berî encama DNA'yê diyar bibe cenaze li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
09:12 Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin
09:11 Standina kulîlkan jî sûc hatiye hesibandin!
09:11 Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike
09:10 'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'
09:09 Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'AN
24/11/2020
21:44 Nûçegihanê me birin Erziromê
20:00 161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:35 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
16:24 Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
15:41 Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî
15:25 Darizandina parlamentera HDP'ê were nirxandin
15:06 Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin
14:35 Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef
14:28 Hevdîtina bi nûçegihanê me Karataş re hat qedexekirin
14:12 Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin
14:10 Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin
13:58 Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
13:45 HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir
13:17 Têkoşîna jinan nîqaş kirin
13:17 Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin
12:43 'Min tevî kelepçeyê nimêj kir'
12:37 Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir
12:12 Doza nivîskar Demîrer hat taloqkirin
12:08 Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest
12:00 Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin
11:29 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:18 Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye!
11:04 Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran
10:47 Pirtûkxaneya Lîlav bi wesîleya 25 Mijdarê dest bi kampanyayê kir
10:41 Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar
10:37 Li bakurê Licê operasyona eskerî
10:30 Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin
10:29 Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê
10:12 Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin
09:18 Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e
09:17 Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir
09:15 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin
09:14 Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin
09:13 Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
09:07 Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê
09:07 'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'
09:07 Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin
09:07 Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne
09:07 ‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN
07:35 Polîsan Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş binçav kirin
23/11/2020
20:32 Di lêpirsîna derbarê KCD'ê de 5 kes hatin girtin
18:51 Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan
16:53 Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir
16:50 Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin
16:49 Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan
16:13 MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye
16:12 Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin