WAN - Polîsan nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş li Wanê binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş de girtin û Karataş li malê binçav kirin. Polîsên Tevgera Taybet di saetên serê sibê de bi ser mala Karataş de girtin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan kesên li malê li erdê dirêj kirin û piştre lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Karataş binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Polîsan telefon qerta hafizayê ya wênekêşê jî desteser kirin. Sedema binçavkirina Karataş nehat zanîn.
Hat fêrbûn ku Karataş di çarçaveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya Erziromê de hatiye binçavkirin.