Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî

  • rojane
  • 10:15 20 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Dayika Ûgûr Kaymaz ê bi 13 guleyan hat qetilkirin, Makbûle Kaymaz diyar kir ku li gel 16 sal bi ser qetilkirina kurê wê û hevjînê wê re derbas bûye jî êşa wê taze ye û got: “Li Tirkiyê piştî Ûgûr Kaymaz tu tiştek neguherî.”

 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ahmet Kaymaz û kurê wî Ûgûr Kaymaz ê 12 salî Ûgûr Kaymaz hatibûn qetilkirin û bi ser bûyerê re 16 sal derbas bûn. Bûyer li ber mala Kaymaz pêk hat. Ûgûr Kaymaz ê şimik di piyê wî de bûn bi 13 gulan hatibû qetilkirin. Ji bedena Ûgûrê biçûk 13 gule hatibûn derxistin. Ji bedena bavê wî Ahmet Kaymaz jî 8 gule hatibûn derxistin. 
 
Piştî bûyerê Walitiya Mêrdînê daxuyanî dabû û ji bo Ûgûr û bavê wî wiha îdia kiribû “Terorîstê di amadekariya çalakiyê de bûn.” Bi dû bûyerê re li şûna bûyerê keleşnîkof danîbûn cem cenazeyê wan û wêneyê ji cihê bûyerê hatibû girtin di bîra her kesî de her tim xwe zindî dike. 
 
Bi taybetî di wan wêneyan de bedena Ûgûrê biçûk ku bêrih bûbû balê dikişand ser xwe û li raya giştî deng vedabû. Piştî ku derket holê ku yên hatine kuştin Ahmet Kaymaz ê şifêrê qamyonê ye û lawê wî Ûgûr Kaymaz e, rayedar hemû ketibûn nava bêdengiyê. Li ser hewldanên malbatê û parêzeran têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. 
 
KUJER HATIN PARASTIN 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 4 polîsan de ji sûcê “kes kuştin e” doz hat vekirin û tenê heta 12 salan ceza ji wan re hat xwestin. Piştî demek kin Dadgeha Mêrdînê bi hêceta “ewlehiyê” dozê veguhezand Dadgeha Eskîşehîrê û polîs li vêdadgehê hatin beraetkirin. Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmê erê kir. Rêyên navxweyî hatin xetimandin. Li ser vê yekê parêzeran dozê veguhezand Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û di sibata 2014’an de biryar da bi hêceta “mafê jiyanê” yê Ahmet û Ûgûr Kaymaz hatiye binpêkirin, Tirkiyê bi 70 hezar avro madî û 70 hezar avro bi manevî mehkûmî dayîna tezmînatê kir. 
 
DAXWAZA DARIZANDINA JI NÛVE HAT REDKIRIN 
 
Piştî biryara DMME’yê parêzer çiqas serlêdanan kir ku darizandin ji nûve were lidarxistin lê belê daxwaza wan nehat pejirandin. 
 
PEYKER Û NAVÊ WÎ RAKIRIN Û DAYIKA WÎ JI KAR DERXISTIN 
 
Qeyûmê Şaredariya Qoserê di sala 2016’an de peykerê Ûgûr Kaymaz rakir û di şûna peykerê wî de qûleya saetê çêkir. Qeyûmê Şaredariya Dêrikê jî navê Parka Ûgûr Kaymaz guherand. Piştî van kirinan qeyûmê Qoserê dayika Ûgûr, Makbûle Kaymaz a ku li Şaredariyê dixebitî ji kar îxrac kir. Di roja ku hevjîn û lawê wê hatin qetilkirin di 21’ê Mijdara 2016’an de ji kar hat derxistin. 
 
‘EV WELAT BÛYE WELATÊ ZAROKÊN KUŞTÎ’ 
 
Parêzerê malbata Kaymaz, Erdal Kûzû diyar kir ku Ûgûr Kaymaz remza zarokên bi destê hêzên dewletê hatine kuştinê ye û got: “Dewleta Tirkiyê dewleta kuştina zarokan e. Dema em li seranserî dîrokê dinêrin bi rastî jî her tim zarok hatin qetilkirin. Loma ev welat bûye welatê goristana zarokên kuştî. Lê mixabin kiryar ango qatil bi polîtîkaya bêcezakirinê tên xelatkirin û parastin. Mînaka vê yekê ya herî şênber çend roj berê qewimî ku ew jî beraetkirina kujerê Kemal Kûrkût bû. Tabî heke kujerên Ûgûr bihatana cezakirin wê piştî wî ewqas zarok nehatana qetilkirin û mafê jiyanê ya zarok û welatiyan nehata binpêkirin.” 
 
'QEY MIN DIGOT DUH BÛYE LÊ 16 SAL QEDIYA’ 
 
Dayika Ûgûr, Makbûle Kaymaz jî destnîşan kir ku li gel 16 sal derbas bûn jî birînên wê nehatine kewandin û pêçan û got: “Heta ez sax bim ez ê ji bîra nekim. Wê her tim di dilê min de bin. Hêj bedenên wan birîndar ji ber çavê min naçe. Li ber derî ew û bavê xwe bêsûc û bêguneh hatin kuştin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Kujer nehatine cezakirin. Li Tirkiyê edalet nîne. Di van 16 salan de tu tiştek li Tirkiyê neguherî ye. Li Tirkiyêqanûn û edalet nemaye. Ji ber vê yekê jî me doza xwe ji axîretê re berda ye. Piştî Ûgûr, Ceylan Onkol, Enes Ata, Berkîn Elvan û gelek zarokên din hatin kuştin. Ma meriv 13 gule berdide bedena zarokek hêj 12 salî. Hêj qey dibêjim duh bû lêbelê 16 sal li pey xwe dihêle. Ez hêvî dikim ku wê ji niha şûn ve qezeba tu dayikê neşewite. Ez dixwazim êdî li vî welatî aştî pêk were.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

20/11/2020
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re