Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye

  • rojane
  • 09:01 20 Mijdar 2020
  • |
img

WAN - Qedeya li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve didome. Nûnerên partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl anîn ziman ku qedexeya navbirî ji bo AKP'ê nederbasdar e û gotin, li bajêr hiqûq hatiey rawestandin û ser binpêkirinên mafan tê nixumandin. 

Walîtiya Wanê Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin dike hincet û ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha li bajêr 15 rojan carekê hemû çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Lê belê ev qedexeya navbirî tenê ji bo partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl, sendîka û odeyên pîşeyî derbasdar e.
 
Her wiha Baroya Wanê ji bo betalkirina vê qedexeya navbirî 12 caran serî li Dadgeha Îdarî daye jî, lê belê her 12 serlêdan jî hatine redkirin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl qedexeya navbirî nirxandin. 
 
HDP: FINDA AKP'Ê TEFIYA 
 
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava diyar kir ku yê herî zêde nesîbê xwe ji vê qedexeyê digire jî partiya wan e û got, berpirsiyarê vê qedexeyê AKP ye. Kava, anî ziman ku gava AKP nû hat avakirin îdiayên wê yên wekî demokrasî, hiqûq, aborî û aramiyê hebûn û got: "Lê belê civakê xapand. Te dît dibêjin 'agir bi mala virekan ketiye kesî bawer nekiriye.' Civakê jî vê derewa AKP'ê dît. Finda wan jî heya ku ew şiyar bûn tefiya. Ew find tefiya, qirêjî û derewên wan derketin holê." 
 
SARISAÇ: HIQÛQ HATIYE ARWESTANDIN 
 
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî anî ziman ku qedexeya navbirî nîşan dide ku hîn jî pêkanînên rewşa Awarte didomin û got, bi van qedexeyan hiqûq hatiye rawestandin. Sarisaç, bilêv kir ku ji bo bertekên gelê kurd ên li dijî êrîşan bên astengkirin, van qedexeyan îlan dikin û got: "AKP, dixwaze her tişt di kontrola wê de be. Hikûmet, ji bo burokratên xwe û kesên nêzî xwe fêdê bigirin ji wan re qadina diafirîne. Wekî hûn jî dizanin, li Wanê gelek maf tên binpêkirin. Hema bibêje her roj li sînor welatiyên me tên kuştin. Êdî kurdan ji helîkopteran davêjin. Di warê abor, civakî û siyasî de astengiyên mezin hene. Ji bo bertekên gel ên li dijî van pêkanînan binixumînin, qedeeyan îlan dikin û vê yekê jî bi destê esker û polîsan dikin." 
 
‘REWŞA AWARTE DEWAM DIKE' 
 
Sarisaç, destnîşan kir ku gel bi hikûmetê bawer nake û got: "AKP, bawer dike ku dê bi şer îqtidara xwe li ser pêyan bihêle. Ji bo vê jî krud kirine hedef. Tim bi kurdan re şer dike. Lewma Rewşa Awarte tim heye. Ji salên 90'î heya niha li Kurdistanê Rewşa Awarte heye. Hîn jî bi awayekî fiîlî li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê didome." 
 
DBP: TENÊ JI BO MUXALIFAN HEYE -
 
Hevserokê Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) a Wanê Çetîn Ûyar jî walîtiya ku qedexeyê radigihîne di kontrola AKP'ê de ye û got: "AKP bi rihetî standan vedike û kongreyên xwe li dar dixe. Lê gava em dixwazin bikin, polîs qedexeyan dferz dikin. Ev qedexe tenê ji bo partiyên muxalif hene. Lewma em walîtiyê şermezar dikin." 
 
BANGAWAZIYA 'XEBATA HEVPAR' 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay jî destnîşan kir ku qedexeya li bajêr tenê ji bo kesên muxalif tê danîn û got: "Rêxistinên civaka sivîl ên alîgir an jî partiyên siyasî bi rihetî her tiştîd ikin. Herî dawî hin partiyên siyasî ji bo endamtiyê stand vekirin. Lê nehiştin partiyên din standan vekin." 
 
Atabay, anî ziman ku li bajarên din jî qedexe hene, lê belê li Wanê di asteke bilind de ye û got: "Divê ji derheqê van qedexeyan bê derketin. Ji bo vê jî divê rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî xebateke hevpar bikin." 
 
ÎHD: SER BINPÊKIRINÊN MAFAN TÊ NIXUMANDIN 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî anî ziman ku ji ber vê qedexeyê nikarin binpêkirinên mafan ên li bajêr pêk tên ragihînin gel û got, bi van qedexeyan tê xwestin ku ser binpêkirinên mafan û mexdûriyetên çêdibin bê nixumandin. 
 
Melet, destnîşan kir ku ev qedexe tenê ne ya walîtiyê ye û got, çendî ku walî diguherin jî biryara ji bo qedexeyê naguhere. Melet got: "Biryareke werê kêfî ye ku, êdî walî jî derbas kiriye. Ev biryar biryareke îqtidara siyasî ye. Îqtidar bi awayekî kêfî vê biryarê dide." 
 
MA / Mujdat Can – Mazlûm Engîndenîz 

Sernavên din

20/11/2020
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re