Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye

  • rojane
  • 09:11 17 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Dilşad Cûdî, anî ziman ku Tirkiye û hêzên paramîleter ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcine pir mezin dikin û got, pêkanînên bi hevkariya DAIŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê tên kirin, jiyanê tarûmar dikin. 

Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi destê Tirkiye û hêzên paramîlîter sûcên mezin tên kirin. Ji ber van pêkanînan, li van deran jiyan vguheriye dojehê. Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera Çile-Tîrmehê de li Sûriyeyê hin lêkolîn kiribûn û rapora xwe ya di vî warî de di 15'ê Îlonê de weşandibû. Di raporê de hatibû destnîşan kirin ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, sivîlan direvînin, bi kêfî wan digirin, tecawizê dikin û talanê dikin. Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî par raporek parve kiribû. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku piştî operasyona Tirkiyeyê li Efrînê 6 hezar û 800 kes hatine revandin, xeber ji 3 hezar û 700 kesî nayê girtin û ji kesên hatine revandina 800 kes hatine îşkencekirin û 500 kes jî bi fîdyeyê hatine berdan û 300 hezar kes jî koçber bûne. Her wiha di raporê de hatibû diyarkirin ku 300 zaroka hatine revandin û 66 zarok jî hatine kuştin û 79 kes jî bi îşkenceyê hatine kuştin û tecawizî 65 jinan hatiye kirin û 67 jin jî hatine kuştin. Dîsa di raporê de hatibû gotin ku 268 hezar darên zeytûnan hatine birîn û 41 hezar hektar erdê gel hatiye şewitandin 
 
Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînî, di 10'ê Mijdarê de raporek parve kiribû û di raporê de wiha hatibû gotin: "Li gor rêxistinên mafên mirovan, di ser hezarî re jin hatine revandin. 67 jin hatine kuştin û bi tecawizê re rû bi rû mane. Her wiha zarokên keç bi darê zorê bi çeteyan re hatine zewicandin û gelek malbat jî ji ber zext û zoriyan terka Efrînê kir." 
 
LI EFRÎNÊ ARAMÎ NEMAYE 
 
Rojnamevan Dilşad Cûdî ku tiştên li herêmê diqewimin dişopîne, diyar kir ku piştî êrîşa li ser Efrînê zêdetirî 250 hezar kes mecbûr mane ji bajêr derkevin û got: "Tirkiye, tevî çeteyên xwe got 'em ê hizûrê bibin Efrînê' û êrîş kir. Lê belê ji roja bajêr hatiye dagirkirin heya niha gelek sûc ên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Efrîn berê bajarekî aramiyê bû û bi deh hezaran kesên ji ber şer ji bajarên din ê Sûriyeyê direviyan dihatin vê derê. Lê belê niha bi navê aramiyê tiştek lê nemaye." 
 
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ 
 
Cûdî, destnîşan kir ku hema bibêje her roj mirov tên kuştin, recandin û bajar tê talankirin û got: "Planên ji bo guherandina demografiyê dewam dikin. Ji bo gelê mayî jî koçber bikin, her tişt tê kirin. Mirov gava diçin nav baxçeyên xwe yên zeytûnan pereyan didin çeteyan, gava zeytûnan berhev dikin jî ji sedî 8 jê di bin navê zikatê de didin çeteyan. Her wiha çete kîjan fiyetî diyar bikin berê xwe jî bi wî fiyetî difiroşin çeteyan. Paşê çete van beran dişînin Tirkiyeyê û Ewropaê. Nexasim jî difiroşin Almanyayê. Derbarê van tiştan de gelek belge derketin holê." 
 
GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ 
 
Cûdî, destnîşan kir ku di nav komên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de ku li bajêr in, gelek endamên DAIŞ'ê jî hene û ev yek bi delîlan hatiye îspatkirin. Cûdî got: "Ev kes koçberiyê li gelê xwechî ferz dikin. Hema bibêje her roj jin tên kuştin, zaarok û jin tên revandin, sivîl tên revandin û fîdey tê stenadin. Bi vî awayî dixwazin ji welatiyan re bibêjin ku tu ewleyiyek wan tune ye û divê terka waarê xwe bikin. Bi vî awayî dixwazin malbatên xwe bînin û demografiyê bi temamî biguherînin." 
 
‘KABÛS' 
 
Cûdî, destnîşan kir ku li bajêr bi awayekî sîstematîk polîtîkayên tirkîbûnê tên pêkanîn û got, li dibistanan perwerdehiya bi tirkî heye û li bajêr pereyê tirkî tê bikaranîn û navê gelek deveran jî kirine tirkî. Cûdî got: "Gelek caran mirovên bajêr bi dizîka xwe digihînin me û diêjin 'Em ne li Sûriyeyê ne li Rojavayê ne, em li perçeyeke Tirkiyeyê dijîn.' Dibêjin 'em di nav kabûsekê de ne û em nizanin em ê kengî ji vê kabûsê xelas bibin.' Revandin, kuştin û tecawiz êdî bûye awayekî rûtîn ê jiyanê. Çend roj berê li navçeya Mabadayê 4 ferdên malbatekê hatin revandin. Beleheq û belesebeb wan dibin. Ev hemû bi delîlên NY'yê û gelek rêxistinên mafên mirovan hatin îspatkirin. Lê belê bêdengiya heyî van pêkanînan zêdetir dike." 
 
ÎŞKENCEXANEYA TAYBET! 
 
Cûdî, anî ziman ku li bajêr ji bo jinan girtîgehên taybet hatine çêkirin û ev yek jî di hin raporên mafên mirovan de derketine holê û got: "Li van girtîgehan tenê jin û zarok hene. Tecawizî wan dikin û îşkenceyê li wan dikin. Piraniya van girtîgehan jî ne fermî ne. Li girtîgehên ku li deverên veşarî çêkirin, tecawizî jinan dikin, wan diujin û îşkenceyê li wan dikin. Di dest me de hejmareke pir zelal tune ye, lê em dizanin ku bi sedan jin di van girtîgehan de ne. Çete gava li derve an jî li malan çav jineke bedew dikevin wan direvînin. Her wiha bi fîdeyeyê revandina jinan jî zêde bûye. Demek berê jinekê bi dizîka dîmenên girtîgehê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku jin tazî ne. Ev girtîgeh jî di bin kontrola çeteyên mêr de ye. Yanî li Efrînê bi van pêkanînên li dijî jinan mirovahî û jiyan tê kuştin." 
 
ŞOPÊN DAIŞIYAN 
 
Cûdî, bilêv kir ku heman tişt li Girê Spî û Serêkaniyê jî pêk tên, lê belê li van her du bajaran rêbazên cuda tên bikaranîn. Cûdî got: "Li vê derê peyman hem bi Rûsyayê hem jî bi Amerîkayê re hat çêkirin. Li gor van peymanan dê êrîş bi dawî bûbûna. Her wiha dê li deverên hatine dagirkirin mafê jiyanê yê welatiyan bihata mîsogerkirin. Dê zext û zorî û îşkence çênebûya. Lê belê tiştên pêk tên berevajî evana ne. Hema bibêje her roj Ayn Îsa, gundên Kobaniyê, Girê Spî û Tiltemir tê bombebarankirin. Di bombeberanê de zarok tên kuştin. Du hefte berê li Eyn Îsayê di bombeberanê de zarokek şehîd bû. Ev jî nîşan dide ku peyman hatiye binpêkirin. Ji sedî 80'yê Serêkaniyê û ji sedî 60'ê Girê Spî mecbûr man terka arê xwe bikin." 
 
Cûdî, bilêv kir ku tiştên li van dera pêk tên rêbazên DAIŞ'ê ne û got: "Deverên ku DAIŞ'î lê ne derketina derve ya jinan qedexe ye. Dixwazin jin li gor qayde û qûralên wan kincan li xwe bikin. Herî dawî di dema rageşiya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li van her du bajaran alaya DAIŞ'ê hat vekirin. Kesên tim dibêjin em li dijî terorê ne, hela bila mêze bikin bê kî teror e? Hem li wir bi cih bûn hem jî bêtirs alaya xwe vedikin." 
 
Her wiha Cûdî, destnîşan kir ku li her du bajaran jî mal û milkên welatiyan bênavber tên xespkirin û got, li van deran êdî nan û ev bûye tiştekî luks, bi zor tên peydakirin. 
 
ŞERÊN TALANKIRINÊ 
 
Cûdî, diyar kir ku hêzên paramîlîter tim ji bo parvekirina xenîmetê pev dikevin û got: "Hatiye asteke werê ku çeteyek dikare biçe cem malbatekê û jê re bibêje derkeve êdî ev xanî yê min e. Dîmen ji me re tên, li ser xaniyan hatiye nivîsandin ku ev xanî aydê filan komê ye. Mesela çeteyên ku çûne mala bijîşkê bi navê Mistefa, ji bo xanî pev ketine û ji hev 3 kes kuştine. Ji bo tiştên talan kirine, dest danîne ser wan û dizîne şer dikin. Li hin deveran jî ji bo kontrolkirina noqteyan bi hev dikevin. Ji lewra li van noqteyên kontrolê şêlankariyê dikin. Ji bo noqteya kontrolê ya di navbera Serêkaniyê û Tilxelefê bi dehan caran pev ketin. Di meseleya Lîbya û Qerebaxê de jî pev ketin. Gava hin koman gotin dê neçin, ew û yên xwestin biçin pev ketin. Her wiha dewleta tirk jî wan bera hev dide." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

17/11/2020
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin