NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 94 mirovên din mirin û 3 hezar û 316 mirov jî bi şewbê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 316 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 601 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 417 hezar û 594.