STENBOL - Girtiyê nexweş Sitki Berktaş ku 28 sal in girtîbû, li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Sitki Berktaş li Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku xwîn ji mîdeya Berktaş hat ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê. Berktaşduh êvarî jiyana xwe ji dest da. Dê Berktaş ê 28 sal in girtîbû sibê saet di 12'ê nîvro de li gundê Dîlek ê navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bê definkirin.