QERS – Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku ji peywirê hatibû dûrxistin û piştre hatibû girtin, bi 3 jinên cem xwe girtî re sewqî girtîgeheke din hat kirin.
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku ji peywirê hatibû dûrxistin, qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û piştre hatibû girtin, bi xebatkara şaredariyê Şengul Erkmen, Aktîvîsta TJA’yê Medya Tagay û Hazal Agdeve re ku li Girtîgeha Qersê girtîbû, sewqî girtigehên cuda hatin kirin. Alaca, Tagay û Erkmen sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin û Agdeve jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê hat kirin.