Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin

img

STENBOL - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku di 8'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdê ket greva birçîbûnê û piştî 200 rojan, bi hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dawî li çalakiyê anî, diyar kir ku ew dikarin tecrîdê bi têkoşîna gelan bişkînin. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a li Girava Îmraliyê 21 salin di yek hucreyê de tê girtin. Rêberê PKK'ê Ocalan di 21 salên girtîgehê de gelek caran di hevdîtinên bi parêzeran re banga aştî, diyalog û çareseriya demokratîk kir. Bang li rêxistinên civakî, saziyên demokratîk, hikûmetê û dewletê kir ku bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bikin. Herî dawî piştî ku di sala 2013'an de piştî hevdîtinan pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin û şer bi dawî bû, di sala 2015'an de piştî Serokê AKP'ê Serokomar Tayyip Erdogan got çareserî û mase tune ye, hevdîtin qut kirin. Her çend Wezîrê Dadê diyar kir ku li pêş hevdîtinê tu pirsgirêkên hiqûqî tune ne jî gelek serlêdanên parêzeran tên redkirin û hevdîtin nayê kirin. 
 
DEST BI GREVA KIR
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, dema li Girtîgeha Jinan a Amedê bû, di 7'ê mijdara 2018'an de li salona dadgehê aşkere kir ku li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Guven, anî ziman ku heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe berdewam bike û di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi grevê kir. Bi çalakiya Guven re, çalakiya greva birçîbûnê, hem li girtîgehan û hem jî li derve li gelek bajar û dervê welat belav bû. Bi hezaran siyasetmedar û pêşengên Kurdan ketin grevê û piştî 8 salan parêzer çûn Îmraliyê Guven, piştî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin, li ser banga Ocalan di roja 200'î de dawî li çalakiyê anî. 
 
KONSEYA EWROPA RAPORA TECRÎDÊ ERÊ KIR
 
Parêzer piştî navbera 8 salan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re 5 hevdîtin kirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn li îmraliyê hevdîtin kirin û carek din destûr nedan parêzeran ku biçin hevdîtin bikin. Rayedarên dadgehê herî dawî sedema astengkirina hevdîtna parêzeran nexşerêya Ocalan a ji 156 rûpelan pêk tê û di sala 2009'an de nivîsîbû hincet nîşan da. Dadgehê di 23'ê îlona 2020'an de aşkere kir ku li Ocalan û girtiyên din 6 meh cezayê astengkirina parêzeran hatiye dayîn. Di 23'ê cotmeha 2020'an de Komîteya Şopandinê ya Komîteya Daîmî ya Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropa der barê Tirkiyeyê de rapor erê kir. 
 
BANGA BIDAWÎKIRINA TRECRÎDÊ
 
Di raporê de hat diyar kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Wezîrê Dewleta Alman ê Karên Ewropa Michael Roth, li ser rapora CPT'ê bang li Tirkiye kir ku parêzer û malbat biçin îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê hêj Tirkiye bersîv nedaye vê yekê. Li ser vê yekê KCD, HDP, DBP û TJA'yê di 12'ê îlonê ji bo Azadiya Ocalan kampanya "Dema bi dawîkirina Tecrid, Faşizm, Dagirkeriyê ye, Dema Azadkirinê ye" dan destpêkirin. Dîsa li gelek welatên Ewropa û rojhilata navîn jî li dijî tecrîdê kampanya hatin destpêkirin. 
 
‘EZ KETIM MARATONA AZADIYÊ’
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 200 rojan ket çalakiya grevê û piştî hevdîtinan çalakî bi dawî kir, li ser tecrîdkirina Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Guven, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê 21 sal in li gel dewletên di komployê de rol girtine li ser Ocalan tercîdek bi zanebûn û pîlankirî dimeşînin û wiha got: "Min weke Hevseroka KCD'ê ku gelek nasnameyan di bin baneyê xwe de vedihewîne, bi armanca balê bikişînim ser tercîdê dest bi grevê kir. Piştre çalakî li hemû girtîgehan û derve belav bû. Di çalakiyan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakî di pêvajoya ku li Tirkiyeyê zextên li ser civakê pir zêde bûn dest pê kir. Min ev çalakî bi biryara xwe ya tekakesî û vîna azad pêk anî. Ez ketim maratona azadiyê. Piştî çalakiyê hevdîtin hatin kirin. Lê niha tecrîd disa didome. Divê bê zanîn ku aliyê navneteweyî yê tecrîdê heye. Me bi vê çalakiyê neqebek vekir. Lê tecrîd didome. Piştî 8 salan yekem car parêzer çûn îmraliyê û parêzeran 5 caran hevditin kirin. Me dengê Ocalan gihand derve. Lê tecrîda mutlaq ancak bi têkoşîna gelan bê şikandin." 
 
‘TECRÎD TIRKIYEYÊ DIKE ZORÊ’
 
Guven, anî ziman ku welatên wê demê di nava tecrîdê de cihê xwe girtibûn, divê îro li hewldanên wan ên Rojhilata Navîn bê nerîn û wiha axivî: "Ev hêzên ku îro li rojhilata navîn şer pêş dixin û yên di sala 1998'an de Ocalan ji Sûriyeyê derxistin ji hev ne cuda û ne serbixwe ne. Van welatan Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin. Ev hêzên ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin xwestin bêtir li Rojhilata Navîn dagirkeriyê pêş bixin. Dewlemendiyê wê desteser bikin. Hêzên ku Ocalan teslîmi Tirkiyeyê kirin û yên tecrîdê kûr dikin heman hêz in. Polîtîkayên tecrîdê bi her awayî Tirkiyeyê dixe zorê. Ocalan dema rola Tirkiye ya di tecrîdê de anî ziman, diyar kir ku rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Di nava 21 salan de hin hevdîtin hatibin kirin jî tecrîd her tim heye û didome. Girava Îmraliyê bi xwe tecrîd e. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê geş û baş bibe divê tecrîd bi dawî bibe. Li cihanê yê herî zêde di tecrîdê de ma Nelson Mandela ye. Lê Mandela wê demê ji aliyê îqtîdarê ve wekE sermuzakerevan hat nasîn û bi şeklê bibe rêberê gelê xwe hat berdan. Mînakên cîhanê nîşan didin ku çareserî ne tecrîd e. Israra di tecrîdê de israra di şer de ye. 
 
‘EWROPA BÊDENG E’
 
Di berdewamê de Guven, bal kişand ser çalakiyên ku îro li welatên Ewropayê ji hêla kurdan ve tên lidarxistin û ev tişt got: “Li hemberî komkujiya AKP’ê welat û saziyên ewropa bêdeng in. CPT yek ji saziya navneteweyî ye. Lê li dijî tecrîdê bêdeng e. Ev tarza CPT ku ji 6 mahan carekê bê rapor amade bike û biçe nayê qebûlkirin. Rapora ku CPT ji bo Îmraliyê amade kiribû girîng bû. Lê kurd bi salan e li dijî tecrîdê têdikoşin. Herî dawî di çalakiya greva birçîbûnê de 8 ciwanên kurd li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. CPT neçar ma biçe Îmraliyê û rapor amede bike. Tirkiye hişyariyên CPT yekê jî pêk nîne.”
 
MODELA ÇARESERIYÊ
 
Derbarê projeyên Ocalan de jî Guven ev tişt anîn ziman: “Birêz Ocalan 21 sal berê dema anîn îmraliyê modela çareseriya "Komara Demokratîk" anî holê. Ocalan hem ev çareserî vegot û hem jî pêş xist. Di sala 2009’an de ji bo çareseriyê Nexşerê amade kir. Lê li hemberî vê çareseriya Ocalan, dewletê bi operasyonên KCK'ê bersîv da. Her roj siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Di pêvajoya  Ocalan çareserî pêş xist, dewletê dest bi operasyonan kir.”
 
‘KURDAN BI DEH HEZARAN BEDÊL DAYE’
 
Guven, bi lêv kir ku pêngava “Tecrîd, Faşîz û Dagirkeriyê bi Dawî Bike; Azadiyê Pêk Bîne” pêngaveke girîng e û axaftina xwe wiha doman: “Dinya di guhertinekê re derbas dibe. Beşên ku di nav vê guherînê de bi rêxistin bin, li ser piya bin û bi hêz bin wê statuya xwe bi dest bixin. Lê kesên ku bi awayekî têrker rol negirin û tenê temaşe bikin wê ji dîrokê herin. Êdî maf û luksa windakirina kurdan nîne. Lewre kurd ji bo ku hebûna xwe gelek bedêl dane. Li parçeyên Kurdistanê bi deh hezaran kurd jiyana xwe ji dest dan. Em kurd û ji ber kurdbûna me hin mafê me hene. Ziman û çanda me heye. Em dixwazin em xwe bi rê ve bibin. Divê ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes tevlî pêngavê bibe û bibêje dema azadiyê ye. Divê êdî kurd azad bibin. Êdî dema radestkirina bajarên dagirkeriyê ya xwediyê wan e. Îro Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriya çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de ne. Ji bo dawîkirina vê pêngav girîng e. Di demên pêş de di vê mijarê de dê geşedanên girîng derkevin holê.”
 
 MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal