Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin

  • rojane
  • 10:41 30 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Mirovên Şemiyê parvekirina wêneyan a kesên ku di Doza Susurlukê de rola sereke lîstibûn, nirxandin û gotin: "Di têkiliyên dewletê û mafya de tu guhertin çênebûye. Hişmendiya berê didome." 

 
Korgeneralê teqawîd Engin Alan, Albayê teqawîd Korkut Eken, Rêberê Rêxistina Sûcê Organîze Alaattîn Çakici û Wezîrê Karên Hundir ê Berê Mehmet Agar li Marîna ya Yalikavak a Bodrumê hatin cem hev û wêneyek parve kirin. Kesên ku di doza Sûsûrlikê de rola sereke dilîzin, piştî wêne bi hevre kişandin û parve kirin bû sedema bertek û nerazibûnê civakê û rêxistinên saziyên demokratîk. Di 3'ê Mijdara 1996'an de li navçeya Sûsûrlukê ya Balikesirê qezaya trafîkê pêk hatibû. Di qezaya trafîkê de kesên di têkiliyên siyaset, mafya û dewletê de rolên sereke dilîstin Korgeneralê teqawîd Engin Alan, Albayê teqawîd Korkut Eken, Rêberê Rêxistina Sûcê Organîze Alaattîn Çakici û Wezîrê Karên Hundir ê Berê Mehmet Agar, li ser sûc hatibûn zeftkirin. Piştî van çar kesên li ser suç hatibûn zeftkirin dîsa hatin cem hev û wêneyê bi hevre parve kirin, nerazîbûn zêde dibe. Mirovên Şemiyê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hişmendiya sûc a berê didome. 
 
'WÊNE NÎŞAN DIDE KU EDALET GENÎ BÛYE' 
 
Kesên di wêne de cih girtine, di kuştina Midûrê Nifîsa Navçeya Altindag a Enqereyê Abdülmecît Baskin ê di 3'ê îlona 1993'an de bi 3 guleyan hat kuştin de cih digirin in. Kurê Abdulmecît Baskin, Eren Baskin, bertek nîşanî wêneyê hatiye kişandin da û got: "Êv wêne nîşan dide ku edalet çiqas genî bûye. Navê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar pir caran di dosya bavê min de derbas bû. Navê Mehmet Agar ê din AXA ye. Di rojên tarî yên zarokantiya min de rola sereke lîst. Ji bo fêde û sûda welat tu tiştekî wan tune ye. Pişteka dewleta kûr e. Têkiliyê wan û mafya bi hevre heye." 
 
‘DIBÊJIN EM LI VIR IN' 
 
Baskin, da zanîn ku li Tirkiyeyê her dem dewleta kûr hebûna xwe diparêze û wiha got: "Ev hebûnên rêxistinan hin caran hebûn û bandora xwe winda dike. Wekî terora razayî ye. Bi vî wêneyên kişandine peyama 'Em li vir in. Em naçin cihekî din. Fikrên me li ser îqtîdarê ne' dide me. Ev yek me malbatê windayan û hemû kesên din birîn dike. Ev nîşan dide ku ev mirov her tim tên parastin. Bi heviya ku rojên xweş bên êm dê li dijî rojên tarî her dem têbikoşin." 
 
BÊCEZAHIŞTIN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE' 
 
Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de revandin û 58 roj şûnde kuştî hat dîtin, Masîde Ocak jî bertek nîşanî wêneyê hatiye kişandin da û wiha got: “Di serdema 12'ê Îlonê û salên 90'î de gelek mirov winda bûn. Di dosyayê wan windayan de navê Mehmet Agar derbas dibe. Karsazên mirovên Kurd hatin revandin û kuştin. Korkut Eken lîsteya kuştinê amade kir. Berpirsiyariya Engin Alan di girtekên dadgehê de jî derbas dibe. Li gel vê yekê nehatin cezakirin. Em dibînin ku bêcezakirin her tim wekî polîtîkaya dewletê derdikeve pêşberî me. Dema birayê min binçav kirin û winda kirin Mehmet Agar Midûrê Gişti yê Polîsan bû. Her çend navê wî di dosyaya lêpirsînê de  derbas dibe jî heta niha doz lê nehatiye vekirin. Di bin parastina dewletê de bi ferman û fermandariyê ev sûc tên kirin." 
 
‘EM JI BÎR NAKIN' 
 
Ocak, anî ziman ku di dosyayên kujerên nediyar de darizandinek rastîn nayê kirin û wiha axivî: "Ev nîşan dide ku dê faîlên cînayetên tarî wê dîsa di tariyê de bimîne. Ji kuştinê heta bêcezahiştinê em dibînin rayedarên dewletê û kesên ji aliyê dewletê ve hatine bikaranîn hene. Ev yek derket holê. Kesên berê wekî dewleta kûr dihatin dîtin, niha îqtidarê bi rêve dibin. Me her tim ji gotina "Têkoşîna tê windakirin, têkoşîna ku tê terkkirin e." bawer kir. Ji ber vê yekê emê tu carî dest ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin.  Em ê tu carî windayên xwe ji bîr nekin. Heta ku kujerê windayan bên darizandin û cezakirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
DEWLETA KÛR HER TIM HEYE
 
Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat windakirin, Îlkbal Eren jî destnişan kir ku kesên di wêne de cih digirin rûyê reş ê dewletê nişan dide û wiha got: "Kesên suc kirine û tev li sûc bûne bi zirxa dewletê tên parastin. Bi vî wêneyî peyama 'Peyvira xwe didomînin' dide me. Sibê dê bi 5, roja dîtir bi 6 navan derkevin pêşberî me. Dewleta kûr her daîm derketiye pêşberî me. Min cara ewil dema birayê min hat binçavkirin navê Mehmet Agar li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe bihîst. Agar wê demê li Miduriyeta Polîsan a Gayrettepe  Cîgirê Midûrê Têkoşîna bi Terorê re bû. Wê demê birayê min Hayrettin Eren binçav kirin. Li gel 5 şahidrê binçavkirinê hebûn binçavkirina birayê min înkar kirin. Di heman demê de Mustafa Hayrullahoglu, Suleyman Cihan û Nurettin Yedigol bi zorê binçavkirin u winda kirin. Lê hêj Mehmet Agar nehatiye darizandin û nehatiye cezakirin. 
 
'HIŞMENDÎ NEHATIYE GUHERTIN' 
 
Ji bûyera Susurlukê heta niha di hişmendî û têkiliya dewletê û çeteyan de tiştek nehatiye guhertin. Duh bi Torosên Spî mirov revandin. Îro bi Transportên reş mirovan direvînin. Teknîk û hişmendî yên berê ne. Qet nehatiye guhertin. Ev wêneyê kişandin û parve kirin vê yekê nîşanî me dide. Em wan zanin û nas dikin. Em ê her tim sûcê ku wan kiriye li ruyê wan bixin. Dibe ku li pêş edaletê nehatibin darizandin. Lê di wîcdanê civakê de hatine darizandin. Me çawa windayên xwe winda nekirin, em ê destûr nedin ku ruyê dewletê yê reş jî bê ji bîr kirin." 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

01/11/2020
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin