ŞIRNEX - Li Şirnexê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Şirnexê serê vê sibehê polîsan ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, ciwanê bi navê Nebî Uysal, Cîhat Basan, Zîşan Basan û kesekê ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.