WAN - Hat ragihandin ku binpêkirinên mafan ên mîna kotaya ava germ li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê pêk tên.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê, binpêkirinên mafan bi zêdehî didomin. Girtiyên bi rêyên malbatên xwe binpêkirinên ku li her du girtîgehan pêk tên ragihandin. Hat ragihandin ku li gel vîrûsa koronayê jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 2 kogûş hatine yekkirin û li kogûşa 12 kesî 17 kes tên girtin. Hat diyarkirin ji ber ku nivîn nînin 5 girtî li erde radizin û rêveberiya girtîgehê kota daniye ser ava germ. Girtiyan ragihand ku li kogûşên wan 3 girtiyên di temenê 70-75 saliyê de hene û li gel ku ji ber pandemiyê daxwaza berdana xwe kirine jî daxwaza wan hatiye redkirin.
CEZAYÊN KÊFÎ YÊN DÎSIPLÎNÊ
Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyan ragihand ku bi hinceta vîrûsê werzîş û sohbetên wan hatine sînordarkirin û li çalakiyên herî biçûk jî cezayên dîsîplînê tê birîn û înfaza wan tê betalkirin.