STENBOL - Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya dewrî TMSF’ê hatibû kirin Îshak Yasûl 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna biryarê ya doza darizandina Midûrê Karê Nivîsê Îshak Yasûl û Gerînendeyê Giştî Yilmaz Yildiz ên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin û dûre dewrî Fona Sîgorteya Mevduat Teserûfê (TMSF) hatibû kirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger beşdarî dozê nebûn. Parêzerê wan Ozcan Kiliç tevlî danişînê bû.
Dozger, derbarê esas de mutalaya xwe aşkere kir û xwest Yasûl bi îdîaya “Weşanên rêxistinê çapkirin û weşandin” bê cezakirin. Parêzer Ozcan Kiliç, di parastina kir de, diyar kir ku îdîayên mijara gotinêne, ne sûcin û beraeta muwekîlên xwe xwest.
Dadgehê derbarê Yilmaz Yildiz de, biryara ji hev veqetandina dosyayê da û derbarê Îshak Yasûl de jî, bi îdîaya “Weşanên rêxistinê çapkirin û weşandin” 10 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê cezayê li Yasûl birî, taloq kir.