WAN - Girtiyên Nexweş ên Girtîgeha Tîpa T a Bafra, diyar kirin ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û bang li raya giştî û parazvanên mafên mirovan kirin û xwestin hestiyar tev bigerin.
Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bi taybetî piştî pêvajoya şewba Covid-19 girtiyên nexweş ên ku dibin nexweşxaneyê jî 14 rojan di karantinayê de tên girtin. Girtiyên rewşa wan giran û nikarin bi serê xwe bijîn, ji ber karantinayê, piştî diçin nexweşxwaneyê jî pir zor u zahmetî dijîn. Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê jî girtiyan diyar kirin ku hevalên wan ên nexweş nayên dermankirin. Girtî Ercan Yakut, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê (ÎHD) re name şand û diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yakut, da zanîn ku şertên girtiyên nexweş bêtir giran bûne û wan ji bo dermankirinê dernaxin revîrê.
Yakut der barê 7 girtiyên nexweş de ev agahî dan
“Adem Durmuş: Ji ber nexweşiya Katarakê çavekî wî kor bûye û nabîne. Dîsa nexweşiya fitiqa piştê û varis pêre heye.
Mazlum Dinç: Destekî wî û 3 tiliyê wî qut bûne. Nikare bi destê xwe kar bike.
Şeyhmuz Koç: Tiliyekî wî qut bûye. Di sing û qirika wî de perçeyê şarapnelê heye.
Bilal Akbaş: Nexweşiya derûnî pêre heye.
Şemsettin Ozer: Nexweşê ulserê, tansiyon, migren, sinozit û damarê pêre heye.
Engin Aydinalp: nexweşiyên sînozît, ulser, vertigan û nefesê heye. Pençeşêra omirilikê derbas kiriye û piyê wî felç in.
Omer Çeken: Nexweşiya prostat û damara fatreşê û bronşita kronîk, fitiqa pişt û stû pêre heye.