ENQERE – AYM’ê derbarê nîqaşa “ronî pêxistiye” de daxuyanî da û diyar kir ku hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziya wan nîşan nade.
Endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Engîn Yildirim, duh êvarê li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyê avahiya AYM’ê bi nîşaneya “ronî pêxistiye” parve kiribû. Ev parvekirina Yildirim gelek hat nîqaşkirin û ji aliyê AKP’iyan ve weke “banga darbeyê” hat nîşandan. AYM’ê derbarê vê nîqaşê de daxuyanî da û diyar kir ku hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziya wan nîşan nade.