STENBOL - Danişîna xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hatibû girtin Kemal Karagoz û Kemal Demîr hat taloqkirin.
6’emîn danişîna doza derbarê xebatkarên TV10 a bi Birnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz hatibû vekirin, li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.
Kemal Karagoz û parêzer tevlî danişînê bûn. Kemal Demîr beşdar nebû. Karagoz piştî danasîna nasnameyê parastin kir û wiha got: “Ez parastinên xwe yên berê dubare dikim û dixwazim qedexeya derveyî welat a derbarê min de bê rakirin.”
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku qedexeya derveyî welat a derbarê Karagoz de dewam bike û danişîn taloqî 26’ê Çileya 29021’an kir.