BALIKESÎR - Şehmûs Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşa kesên nasnameya wan ne diyar hatibû û di beşa lênêrîna awarte de têkoşîna jiyanê dida, jiyana xwe ji dest da.
Bavê 3 zarokan Şeyhmûz Vurgun ê li navçeya Sûsûrlûkê ya Balikesîrê, di 28’ê Îlonê de rastî êrîşa kesên nasnameya wan ne diyar hatibû û di beşa lênêrîna awarte de têkoşîna jiyanê dida, li Nexweşxaneya Taybet a 8’ê Îlonê ya Manîsayê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Vurgun, piştî rapora otopsiyê wê dli gundê Tizyan a girêdayî navenda Mêrdînê bê definkirin.