STENBOL – Nivîskar, helbestkar, karker û akademisyen jî di nav de gelek kesan banga rawestandina şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê kirin û diyar kirin ku li dijî her cûre şerê ku mirin û hilweşandinê xwe bi re tînenin.
Nivîskar, helbestkar, karker û akademisyen jî di nav de gelek kesan, bi ser navê “Ji şer, nefret û neyartiyê re na” banga rawestandina şerê li Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de kirin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku bi rêya şer çareseriya mayînde pêk nayê û hat xwestin ku di çarseriya pirsgirêkan de rêya diyalox û muzakereyê bê tercîhkirin.