Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e

  • rojane
  • 09:02 11 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - Ciwanên HDP û DBP'î ji bo xwedîderketina li deklerasyona partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku li Amedê aşkere kiribûn bang kirin: "Deklerasyon ji bo gelan derman e." 
 
Kongreya Civaka demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di 2'yê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em yekîtiya xwe çêbikin, tecrîdê bişikînin, azad bibin" serdemeke nû ay têkoşînê dabûn destpêkirin. Ciwanên HDP û DBP'î bal kişandin ser girîngiya deklerasyonê. 
 
‘WEKÎ DERMAN E' 
 
Ciwanê DBP'î Metîn yilmaz, diyar kir ku di salên dawî de êrîşên AKP û MHP'ê pir zêde bûne û got, deklerasyona navbirî li dijî van êrîşan hatiye aşkerekirin. Yilmaz, bilêv kir ku ji roja ku AKP bûye îqtidar heya niha "bi kevneşopiya faşît" re bûye yek û polîtîkayên xwe yên êrîşkariyş bi taybetî li hemberî gelê kurd û bi giştî li hemberî tevahiya civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. Yilmaz, destnîşan kir ku dînamîkên şoreşger jî li dijî van polîtîkayan her tim têdikoşin. Yilmaz got: "AKP, faşîzmeke yekbûyî pêk tîne. Nikare bi tena serê xwe hereket bike. Baş dizane nikare bi têkoşîna şoreşger a bi pêşengiya gelê kurd serî derxîne. Ev dînamîka şoreşger her tim xwe diparêze û mezin dike û darbeyên mezin li îqtidara AKP'ê xistin. Her diçe AKP hem li welêt hem jî li derveyî welêt bi tenê dimîne. Ev jî bi saya vê dînamîkê pêk hat. Lewma di pêvajoyeke wiha de aşkerekirina deklerasyoneke bi vî rengî wekîd erman e." 
 
DEMA AŞKEREKIRINA DEKLERASYONÊ 
 
Yilmaz, bal kişand ser êrîşên îqtidara AKP û MHP'ê û dema aşkerekirina deklerasyonê ya li dijî van êrîşan û got, deklerasyona hatiye aşkerekirina pêngaveke şoreşger e. Yilmaz got: "Li dijî hemû dînamîkên civakê, reng û dengên civakê êrîşek heye. Deklerasyon bal dikişîne ser van êrîşan û yekîtiya li dijî van êrîşan. Deklerasyon, li dijî AKP'ya ku dixwaze me bê hemle bihêle bangawaziyeke xurt a demokratîk e." 
 
RUHÊ ŞOREŞGERIYÊ 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku deklerasyon li herêmê xwedî wateyeke ji bo yekîtiyeke neteweyî û li Tirkiyeyê jî bangwaziyeke ji bo yekîtya bloka demokratîk. Yilmaz, ji bo xala tecrîdê ya di deklerasyonêde jî got: "Birêz Ocalan li dijî faşîzmê bang li şoreşgeran û gelan kiriye ku bibin yek. Têkoşîna wî her tim li ser vî asasî ye. Kesek her tim ji bo demokratîkbûyînê bag dike, lê belê tê tecrîdkirin. A rast tecrîdkirina wî diyar dike ku tê xwestin ruhê demokratîk û şoreşgeriyî bê tunekirin. Kesekî ku li dijî modernîteya kapîtalîst rêbazên alternatîf datîne holê tê tecrîdkirin. fikrên wî tên tecrîdkirin. A li me dikeve jî em van fikran pêk bînin û yekîtiya neteweyî pêk bînin." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Her wiha Yilmaz, destnîşan kir ku deklerasyon xîtabî ciwanan jî dike û got, lewma ciwan hay ji berpirsiyariya xwe hene. Yilmaz, anî ziman ku ew ê her tim polîtîkayên AKP'ê yên dixwaze ciwanan tune bike, xwezayê tune bike, jinan dikuje û ciwanan dejenere dike û civakîbûyînê tune dike deşîfre bikin. Yilmaz, destnîşan kir ku AKP her tim ji ciwanan ditirse û got: "Em ê yekîtiya neteweyî pêk bînin. Em ê bi hemû kesên azadîxwaz re bibin yek." 
 
BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal jî destnîşan kir ku deklerasyon li dijî îqtidara AKP-MHP'ê derketiye holê. Unsal, bal kişand ser armanca "em tecrîdê bişikînin" ya di deklerasyonê de jî û got, heger tecrîd bê şikandin wê gel karibin bi hev re bijîn û wê bi rihetî karibin bêhnê bistînin. Unsal ji bo pergala tecrîdê ya Îmraliyê jî got: "Pergala tecrîdê, heta pergala tunekirinê ewilî li Îmraliyê pêk hat. Dû re ev pergal li Krudistanê û li tevahiya Tirkiyeyê tê pêkanîn. Di navenda tevahiya polîtîkayên îqtidarê de Îmrali heye." 
 
Unsal, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên topyekûn ên îqtidarê wê ciwan jî li her derî bibin yek û bersivê bidin û got, wê rol û rista pêşengiyî ku gel li ciwanan bar kiriye hem li herêmê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê bê pêkanîn. Lewma Unsal bang li ciwanan kir ku li dor deklerasyonê bibin xelek. 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

12/10/2020
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin