Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe

img

STENBOL – Di ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 22 sal borîn. Der barê komployê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku ji bo komplo bê famkirin divê geşedanên berê bên dahurandin û wiha got: “Heta Birêz Ocalan bi temamî azad nebe ev komplo bi dawî nabe. Ji bo kompo bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe." 

Hêzên Navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi armanca planên xwe yên nû têxin meriyetê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Piştî li ser gefên hêzên navdewletî Rejîma Sûriye Ocalan ji Sûriye derxist, di 15'e sibata 1999'an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. 22 sal di ser komploya navdewletî ku Ocalan ji Sûriyeyê derxistin re derbas bûn. Di sala 1990’an de jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê bi Serokomarê wê demê Turgut Ozal re li hin çareseriyan geriyan. Ocalan wê demê ji bo hêza çareseriyê bide Ozal di 17'ê Adara 1993'an de agirbesta yek alî ilan kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de agirbest bê dem dirêj kir. Piştî vê biryarê di 17'ê Nîsana 1993'an de Ozal bi awayekî guman mir. Ji wê demê heta niha hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk didomin. Lê hikûmeta Tirkiye jî her tim bersîvên neyînî didin û şer didome. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, têkildarî pêvajoya komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. 
 
DÎCLE: OZAL PIŞTÎ ŞERÊ 8-9 SALAN Ê LI DIJÎ PKK'Ê DEST BI LIHEVKIRINÊ KIR
 
Hatîp Dîcle, der barê nêzîkatiya Turgut Ozal a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin kir û got: "Piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'an, hilbijartina yekemîn piştî sala 1983'an  pêk hat. Di vê hilbijartinê de Partiya ANAP'ê ku Turgut Ozal serokê wê bû bi ser ket. Turgut Ozal wê demê bû serokwezîr. 9-10 meh şûnde PKK'ê di 15'ê Tebaxa 1984'an de çalakî li dar xistin û pêvajoya  şerê çekdarî da destpêkirin. Rêxistina Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi şerê çekdarî kir. Ozal ku nû bû Serokwezîr ji bo tevgera Kurd a çekdarî têk bibe serî li hemû rê û rêbazan da. OHAL îlan kir. Walîtiya Herêma OHAL'ê ava kir. Ji xeynî Ozal tu serokwezîr neçûn bi Serfermandar re hevdîtin nekirin û ew wekî ‘teror’ pênase nekirin û tev li plana tevgerê nebûn. Ozal, li dijî PKK'ê şerekî pir dijwar meşand. Şerê Ozal ê li dijî PKK'ê heta sala 1989-1990'an berdewam kir. Lê hêza gerilla her ku çû mezin bû û kûr bû. Serhildanên nû yên gel dest pê kir. Gel ji gundan meşiyan navçeyan. Wê demê li cîhanê jî rûpelên nû vedibûn. Ji ber geşedanên li cîhanê, têkçûna Bloka Sovyetê û dagirkirina Kuveyt, Ozal vê carê bi Birêz Ocalan re dest bi qada lihevkirinê kirin. Di sala 1992'an de li Başûrê Kurdistanê rêveberiya Kurdistana Federe hat avakirin. Ozal dît ku bi şerê 8-9 salan encamê nastîne. Bi polîtîkayên tundiyê encamê nastîne. Dît ku her diçe PKK bêtir bi hêz dibe. Gel piştgiriyê dide wan. Piştî Ozal geşedanên li cîhanê û Tirkiyeyê nirxand bi Ocalan re dest bi rêbazên lihevkirinê kir." 
 
 
LÊGERÎNA NÛ 
 
Dîcle, bal kişand ser lêgerîna Ozal a ji bo çareseriyê û wiha axivî: "Ozal ji bo çareseriyê ewil bi qanala Mam Celal Talabanî xwest rêyekê veke. Dîsa qanala duyemîn xwest bi rêya Cengiz Çandar rê veke. Çandar wê demê xwe gîhandibû Ocalan. Qanala 3'emîn jî parlamenterên HEP'ê bû. Bi rêya parlamenterên HEP'ê Ozal xwesitbû xwe bigîne Birêz Ocalan. Ozal wê demê peyama 'Em êdî beşek girîng ên di nava dewletê de bawer dikin ku ev pirsgirêk bi rêbaza tundiyê çareser nabe. Ev jî bi rêbaza agirbestê pêk tê. Eger PKK bersîvê bide vê yekê, em ê berê xwe bidin rêbazên siyasî' Birêz Ocalan jî di wê fikrê de bû. Newroza 1992'an bi serhildan û xwînê derbas bûbû. Bi taybetî li Cizîr û Nisêbînê di pîrozbahiyên Newrozê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di Tebaxa 1992'an de dewletê Şirnex hilweşandibû. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan qîmet dida diyalogê. Ji ber vê yekê di 17'ê Adara 1993'an de ji bo mehekê agirbest îlan kir. Em wê demê parlamenter bûn. Vê agirbestê bandorek mezin li ser Tirkiyeyê kir. Kes ne li benda vê yekê bû. Mîmarê vê yekê Birêz Ocalan û Serokomarê wê demê Ozal bû." 
 
Dicle bal kişand ser pêvajoya agirbestê û wiha lê zêde kir: "Di 17'ê Adara 1993'an de Ozal, bi rêya me, Mam Celal û Rojnameger Cengiz Çandar  peyama 'Em vê agirbestê pir bi qîmet dibînin. Lê mehek agirbestê tu wateyê îfade nake. Divê ev bibe agirbestek bêdem.' Li ser vê yekê ji bo Brêz Ocalan vê peyamê binirxîne di 16'ê Nîsana 1993'an de 2-3 roj beriya civîna çapemeniyê em çûn Şamê. Di nava heyeta Şamê de ez jî hebûm. Me peyam bi Birêz Ocalan re parve kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de Birêz Ocalan agirbesta mehekê dirêj kir û agirbesta bê dem îlan kir. Vê yekê destê Ocalan bêtir bi hêz kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay, Mam Celal û gelek siyasetmedar tev li civînê bûbûn. Di 17'ê Nîsanê de emê vegeriyana Tirkiyeyê. Mam Celal xwest xwarina nîvro bide me. Piştî xwarinê Mam Celal radyoya Ereb guhdar kir got "Ey wax. Xerebek min a nexweş heye. Mixabin dibêjin Ozal miriye." Wê demê fikra 'Pir xerab bû. Ozal çû, kar qediya' Em şoq bûbûn." 
 
OCALAN: BI GUMANEK MEZIN DEWLETÊ OZAL KUŞT
 
Dîcle, bal kiyand ser nerînên Ocalan ê der barê mirina Ozal û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan got 'Bi gumanek mezin dewletê Ozal kuşt. Ji ber ev kevneşopiya Osmaniyan e. Tu carî kesên têk diçin tehamul nakin. 
Ji ber Ozal bi helwestek aştiyane nêzîk bû, milê kûr ê dewletê ev yek wekî têkçûn girt dest û ji ber vê yekê bi gumanek mezin Ozal kuştin.' Me ev peyam bi lez gihand hevjîna Ozal Semra Ozal û kurê wî Ahmet Ozal. Piştî 17'ê Nîsanê li Tirkiyeyê pêvajoyek pir xerab dest pê kir. Sala 1993'an bû salek bi xwîn. Li aliyekî Ozal xwest bi rêya aştiyê çareser bike. Li aliyê din hêza ku dixwest pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser bike hebû. Di navde Suleyman Demîrel, Tansu Çiller û Dogan Guneş yên girêdayî NATO jî hebûn. Vê hêzê di 24'ê Çileya 1993'an de Ugur Mumcu qetil kirin. Ugur Mumcu kuştin û bêdeng kirin. Piştre kurê Ozal ê manevî Adnan Kahvecî bi qezaya trafîkê kuştin. Dîsa Orgeneral Eşref Bitlis bi suikastê kuştin. Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Madimakê komkujî pêk anîn û peyam dan civaka elewî. Peyam da kesên li cem Kurdan cih digirin. Di 4'ê îlona 1993'an de Mehmet Sincar bi suikastê kuştin. Li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û bi deh hezaran mirov kuştin. Hêj kujerê wan ne diyar e. 4 hezar gund şewitandin û 17 hezar mirov kuştin. Çawa niha li HDP’ê dikin di 2'ê Adara 1994’an de li parlamenterên DEP'ê jî kirin. Ew heyeta ku birêz Ozal ji bo hevdîtina Birêz Ocalan şand, piştre şandin girtîgehê, niha jî parlamenterên HDP'ê şandin girtîgehê. Ocalan di 1995'an de dîsa yek alî agirbest îlan kir." 
 
DÎCLE: JI BO KOMPLOYA 1999'AN BÊ FAMKIRIN DIVÊ GEŞEDANÊN BERIYA WÊ BÊN FAMKIRIN
 
Dîcle, bal kişand ser pêvajoya Necmettin Erbakan û wiha pêde çû: "Em dizanin ku Necmettîn Erbakan jî wekî Ozal bi rêyên cuda peyam ji Birêz Ocalan re şandin. Lê dewletê guh neda vê yekê. Di sala 1995'an de Partiya Refahê bû partiya yekem. Necmettin Erbakan jî wekî Ozal xwest bi rêbazên cuda peyam ji Birêz Ocalan re şand. Lê di Gulana 1996'an de li dijî birêz Ocalan suikastek pir mezin pêk anîn. Dîsa Erbakan jî di 28'ê Sibata 1997'an hat tasfiyekirin. Di sala 1997'an de îstîxbarata Îsrailê peyam ji Ocalan re şandin. Ji Birêz Ocalan re gotin 'PKK rêxistinek azadiyê ye. Dikarin bi her kesî re hevdîtin bikin. Çend roj şûnde Mam Celal Ocalan ziyaret kir. Got “Serok te çi got. DYA û Îsraîlî pir ji te hêrs bûne' Wî jî got 'Ji min xwest me bikin yedekê xwe. Em înîsiyatifa xwe dewrî wan bikin.' Ji bo komploya sala 1999'an bê famkirin divê ev pêvajoya berê bê zanîn." 
 
 
Dîcle da zanîn ku di sala 1998'an de hin aliyên eskerî xwestin bi Ocalan re diyalogê pêş bixin û wiha got: "Birêz Ocalan bersîv dan vana. Dîsa agirbest îlan kir. Di 17'ê Îlona 1998'an de li DYA têkildarî pirsgirêka Kurd geşedanên nû pêş ket. Wê rojê DYA di navbera KDP û YNK'ê de mutabakatek çêkir. Wê demê xwestin li dijî Birêz Ocalan helwesta xwe aşkere bikin û PKK'ê tasfiye bikin. Beriya 9'ê Cotmehê Fermandarê Giştî yê Bejayê çû Hatayê û gef li Sûriyeyê xwar û got: "Han hûnê Ocalan bidin me, an hûnê wî dersînor bikin an jî em ê li dijî we şer îlan bikin." Têkildarî vê pêvajoyê Cîgirê Serokdewletê Suriyeyê Abdülhadi Muhattan bîranînên xwe nivîsî û got 'Piştî rewş pir cîddî bû, li dijî gefên Tirkiyeyê Husnu Mübarek, bi Hafız Esad re hevdîtin kir. Got NATO bi biryar e. Eger Ocalan neyê teslîmkirin an jî neyê derxistin, tê teqez Tirkiye li dijî Sûriye şer îlan bike.' Piştî wê demê Abdulhadi Muhattan, bang li Ocalan dike. Muhattan di bîranînê xwe de dibêje 'Ew mirovekî pir zane û jîr e.' Min ji Ocala pirsî Tirkiye blof dike an jî cîddî ye. Ocalan jî got ‘Na Tirkiye blof  nake. Şerek li ber derî ye. Divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Ji ber ku ez naxwazim tu dostên min ji ber min zerarê bibinin. 20 salin em li heremê ne. li Rojhilata Navîn in. Em li Sûrye û Lubnanê man. Ku ez ji Sûriye derkevim ez dikarim rê li pêş vî şerî bigirim.' Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriye derket Ewropayê. 
 
 
Dîcle, bal kişand ser pêvajoya derketina Ocalan a ji Sûriyeyê û wiha axivî. "Piştî pêvajoya 4 mehan a pêvajoya ewropa di 14'ê Sibata 1999'an de Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin û ev pêvajo bi dawî bû. Birêz Ocalan têkildarî komployê got 'Ev komplo bi temamî ji aliyê hêzên navneteweyî û kurevî ve pêk hatiye. Rola Tirkiye ya li vir rola gardiyanan e. Armanca vê yekê li Tirkiyeyê Kurd û Tirkan bînin beramberî hev. Ji ber vê yekê divê kes neyê lîstikan.' 
 
Dicle, bal kişand ser gotina Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî û got: "Piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, wê demê Serokwezîr Bulend Ecevît 'Emerîka çima Ocalan teslîmî me kir, min hêj fam nekiriye. Dîsa Brêz Ocalan got 'Di vê komployê de min wekî şexs winda kir, lê Gelê Kurd bi ser ket. Êdî têkbirin û tunekirina Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd ne pêkan e.' 
 
Dicle, destnîşan kir ku Ocalan di parasnameyên xwe de cih daye armanca komployê û berfireh nirxandiye û wiha bi dawî kir: "Armanca yekemin a komployê xwestin Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî tasfiye bikin. Lê gelê Kurd, li Ewropa, Tirkiye û her derê 4 mehan li Ocalan xwedî derketin û derketin kolanan. Nêzî 200 mirovan bi hişyariya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe dan ber agir. Piştî di 15'ê sibatê de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, li hemû bajarên Tirkiyeyê Kurd rabûn ser piyan. Ji ber xwedîderketina Kurdan nekarîbûn fîzîka Ocalan tune bikin. Piştre xwestin PKK'ê perçe bikin. Di sala 2004'an de ketin nava vê hewldanê. Lê dîsa bi ser neketin. Komplo bi giranî hatiye pûçkirin. Lê heta bi temamî Ocalan azad nebe ev kompo bi dawî nabe. Niha ji bo Azadiya Birêz Ocalan kampanyayek mezin hatiye destpêkirin. Heta Ocalan bi temamî azad nebe, ev kompo bi dawî nabe. Armanca qedexeya li ser parêzerên Ocalan jî ewe ku dixwazin hemû mutabakatên hatine kirin tune bikin. Heyetên dewletê ji salên 1993'an heta niha gelek caran bi Ocalan re hevditin kirin. Hin mutabakat pêk anîn. Bi hevdîtinên li îmraliyê hin mutabakat pêk dihatin. Ev mutabakat hemû kirin nivîskî û dosya. Îro dadgeh nexşerêya 10 sal berê dike hincet. Bi vê yekê dixwaze hemû mutabakatên hatine kirin tune bihesibîne. (XELAS) 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayumat
 
 

Sernavên din

09/10/2020
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam