EDENE - Hêzên Ked û Demokrasiyê li Edenê, kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqerê de, jiyana xwe ji dest dan, bi bî anîn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yê li Edenê, kesên di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an li Gara Enqerê pêk anî de, jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û gorên kesên cenazeyên wan anîbûn Edenê ziyaret kirin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP), beşdarî bernameya bîranînê bûn. Kesên beşdarî bîranînê bûn, qerenfîl danîn ser goran û kesên di bîranînê de jiyana xwe ji dest da bûn, bi bîr anîn.