AMED - Hin kesan agir bi Baxçeyên Hewselê xist. Lê belê piştî demekê mudaxileyî şewatê hat kirin û hat tefandin.
Hin kesên nenas agir bi Baxçeyên Hewselê yên Sûr a Amedê ku di lîsteya UNESCO’yê de ne, xistin. Agirê ku bi pirêzeyên garisan ketin, zirar da darên li baxçe jî. Lê belê piştî welatiyan gilî kir, tîmên agirkujiyê hatin baxçe û mudaxileyî şewatê kirin. Agirê bi baxçe ketibû hat tefandin.