MÊRDÎN - Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jinên girtî sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jinên girtî yên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik, di 2’yê cotmehê de sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin. Malbat li girtîgehê geriyan û têkildarî sewqan de agahî wergirtin.