* Li Sûka Penêrfiroşan a navçeya Sûrê di 5 salên dawîn de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtine. Penêrfiroşan, destnîşan kir ku bi qrîza aborî û pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û gotin ku tehma sûkê nemaye.
* Qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin kirin, di 4 salan de 2 projeya xera kirin û ji nû ve çêkirin. Ji projeyan yek jê bi milyon û 857 hezar TL’yan hat îhalekirin, yek jê jî bi usûla vexwendinê hat îhalekirin û sermiyanê wê nayê zanîn.
* Girtiya nexweş Nazîme Avras a di Girtîgeha Gebzê de ye, daxwaza wê ya ji bo nexweşxanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat redkirin û jêre gotin “Tu başî, îdare bike.”
* Parêzer Hakan Cîn ku piştî bi salan li navçeya Elkê buroya parêzeriyê vekir, diyar kir ku ji nûçeya ajansa me ya derbarê mijarê de bi bandor bûye û dixwaze piştgiriya hiqûqî bide niştecihên li navçeyê.
* Niştecihên Qersê, tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qersê weke “darbeya li dijî vîna gel” pênase kirin û bal kişandin ser nêlirêtiyên ku rêveberiya berê ya şaredariyê kiribû û gotin rêveberiya HDP’î rêveberiya herî baş bûye.
* Dayika Mehmet Temîzer ku dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû Sakîne Yildirim, diyar kir ku 5 sal in ji bo kurê xwe tu deriyekî ku lê nedabe nemaye û hemû derî yek bi yek lê hatine girtin.
* “Nexşerêya” ku ji bo 6 mehan bûye hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, şert û pêngavên ku divê ji bo çareseriya Pirsgirêk Kurd bên avêtin dihewîne nav xwe.
* Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt û şandeya pê re dê biçin serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û daxuyanî bidin.(11.30)
* Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan dê piştî civîna Kabîneya xwe daxuyanî bide û dê Sektreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li Qesra Serokkomariyê qebûl bike. (15.00-19.00)