Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne

  • rojane
  • 09:09 3 Cotmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Dozgeriyê ji bo 9 kesên li Midyadê ji aliyê JÎTEM'ê ve di binçavan de hatibûn windakirin de gotibû "Dibe ku tevlî PKK'ê bûbûn" û fezlekeyek amade kiribû. Parêzerê dosyeyê Erdal Kûzû, ji bo vê fezlekeya navbirî got "polîtîkaya bêcezatiyê û siyaseta dewletê ye ku dixwaze ser sûcên xwe bigire." Her wiha Kûzû, destnîşan kir ku agahî û belgeyên di dosyeyê de ne pir girîng in ku tu dozger nikare ji bo wan xwe li nedîtinê deyne.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 30'yê Çileya 2012'an de der barê 9 kesên ku di navbera 1994-1996'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê di binçavan de hatibûn windakirin de lêpirsînek dabû destpêkirin, lê belê der barê lêpirsîna ku di sala 2014'an de bi biryara "bêrayetiyê" ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatibû şandin de careke din biryara "bêrayetiyê" hat dayîn. Wê lêpirsîna der barê fermandarêê qereqolê yê wê demê Hîlmî Kahraman, efser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve bê birêvebirin. Dozgerê ku der barê dosyeya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin de fezleke amade kir, ji bo Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr gotiye: "Dibe ku ev kes tevlî qadroya rêxstina terorê ya çiyê bûbûn an jî dibe ku rêxistinê ew kuştibin." 
 
Parêzer Erdal Kûzû ku parêzerê xizmên Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr e, der barê fezlekeya hatiye amadekirin û lêpirsîna ku didome de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Kûzû, anî ziman ku wekî navçeyên din ên Mêrdînê li Midyadê jî di salên 1990'î de gelek înfazên bêdaraz hatine kirin û got, der barê windayên li Mdiyadê de heya sala 2013'an jî lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Kûzû, destnîşan kir ku piştî malbatan daxwaza kiriye di sala 2013'an de li Serdozgeriya Komarê ya Taybet a Amedê gilî kirine û got: "Nexasim me xwest li gundê Kerşafê yê Midyadê hin dever bên kolandin. Piştî ev daxwaz hat qebûlkirin, me windayên din jî dîtin. Malbatên van windayan jî tevlî pêvajoya vê lêpirsînê bûn. Me di vê pêvajoyê de dît ku, li Midyadê gelek kes bi awayekî bêdaraz hatine înfazkirin. Di sala 2013'an de piştî li Gundê Kerşafê hin delîl bi dest ketin Serdozgeriya Komarê ya Amedê keşf kir. Cihên ku me diyarkirin hatin kolandin. Lê belê me bermayiyên mirovan hatine windakirin nedîtin. Şahidên ku di pêvajoya lêpirsînê de derketin holê, delîlên bi dest ketin, beyanên muştekiyan, nasnameyên kiryaran, sûcên ku kiryaran kiriye, têkiliyên wan ên bi eteyan re, fealiyetên wan ên JÎTEM'ê yên di navbera 1994-1996'an de ên li Qoser, Kerboran û Dêrikê derketin holê." 
 
‘FEZLEKEYEKE NEPÊBAWER' 
 
Kûzû, diyar kir ku piştî Serdozgeriyên Xwedî Erka Taybet ji holê hain rakirin, dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin û ji bo vê xwestine hin hevdîtinan pêk bînin, lê belê heya niha tu daxwazek wan jî bi cih nehatiye. Kûzû, destnîşan kir ku heya niha tenê tiştek hatiye kirin, ew jî beyanên gumanbaran hatine girtin û got: "Herî dawî jî Serdozgeriya Komarê ya Midyadê bi daxwaza şopandinê ne mikun e fezlekeyeke amade kir û şand Mêrdînê. Lêpirsîn hîn jî li Mêrdînê ye. Lê belê gava mirov li fezlekeya Dozgeriya Midyadê dinêre, pir wehîm e. Hatiye gotin ev kes winda bûne, exber ji wan nehatiye girtin. Lê belê peywira aşkerekirina aqûbeta van kesan a dozgeriyê ye, lê belê qet behsa vê nekiriye û serî li rêyeke hêsan xistiye û li gor beyanên gumanbaran hereket kiriye. Ji bo kesên temenê wan di navbera 50-70 salî de gotiye dibe ku tevlî rêxistinê bûbin û li sr vî esasî fezlekeyeke nepêbawer amade kiriye." 
 
‘FEZLEKE, PÊKANÎNA POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ YE' 
 
Kûzû, destnîşan kir ku dozger mecbûr maye fezlekeyeke bi vî rengî amade bike û got, fezlekeya hatiye amadekirin pêkanîna "polîtîkaya bêcezatiyê û siyaseta dewletê ye ku dixwaze ser sûcên xwe bigire" bixwe ye. 
 
Kûzû, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya helwesta dozgeriyê tuneye û got, helwesta wî helwesteke bîrdoziyî ye. 
 
Her wiha Kûzû, bibîr xist ku serkiryarê lêpirsînê fermandarê cerndirmeyan ê wê demê Hîlmî Kahraman di sala 2001'ê de li Kocaeliyê daxilî nav çete, xespkirin û talankirinê bûye. 
 
Herî dawî Kûzû, destnîşan kir ku bi vê yekê re cihêkarî bi awayekî zelal dekretiye holê û got: "Em bi helwesteke darazê ya ku li hemberî kurdan cihêkariyê dike re rû bi rû ne. Ev fezlekeyeke ku bêyî belgeyeke hiqûqî gumanbaran diparêze." Kûzû, daxwaza wan ew e ku ji bo îdianamayeke ku di encama lêprsîneke çalak de bê amadekirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi wêrekî û bêalî tev bigere û got: "Ev jî bi tunehesibandina fezlekeya ji Midyadê hatiye şandin pêkan e. Belge û agahiyên di dosyeyê de derketine holê pir girîng ku tu dozger nikare ji bo wan xwe li nedîtinê deyne." 
 
MA  /  Ahmet Kanbal
 
 
 

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e