AYDIN – Li navçeya navendî ya Efeler a Aydinê Sînem Kaya, ji aliyê Dînçer Ozden ê dev ji hev berdabûn ve hat kukştin.
Li Taxa Guzelhîsar a girêdayî navçeya navendî ya Efeler a Aydinê Sînem Kaya (33) ji aliyê Dînçer Ozden ê dev ji hev berdabûn ve hat kuştin. Welatiyên derdorê agahî dan tîmên tenduristiyê û tevî hemû mudaxileyên tibî jî Kaya jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û kujer Dînçer Ozden hat binçavkirin.