AYDIN – Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Navçeya Germencikê ve girt, alavên elektronîk û hin materyalan desteser kirin û hevserokê HDP’ê Tekîn Erîklî binçav kirin.
Li navçeya Germencikê ya Aydinê polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Germencikê de girt. Polîsan bi navbeynkariya kilîtçêker derî vekirin û ketin hundir. Polîsan alavên elektronîk û hin materyalan dester kirin. Hevserokê Rêxistina Navçeyê Tekîn Erîklî û rêveberê Rêxistina Navçeyê Alî Şîmşeker ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Erîklî û Şîmşek bi hêceta posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine binçavkirin. Şîmşeker piştî ifade da emniyetê hat berdan û îfade dayîna Erîklî didome.