ENQERE – Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev biryar da ku destnedayîna parlamenterê Serbixwe Tûma Çelîk were rakirin.
Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev a Meclîsê biryar da ku destnedayîna Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Tûma Çelîk ê bi sûcdariya “Êrişa biwesf a zayendî” û “gefê” fezleke hatibû amadekirin rakir. Ji bo biryarê dê li Desteya Giştî dengdayîn pêk were.