AMED – Rojnamevan Hakki Boltan ê di binçavan de berê jî ji heman sûcdariyan hatibû binçavkirin û darizandin.
Li Amedê 14 kes li ser fermana Serdozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Hakki Boltan jî di nava van 14 kesan de ne û îfade dayîna wan a li Emniyeta Amedê bi dawî bû. Rojnamevan Boltan bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê beşdarî çalakî û şahiyan bûye” tê sûcdarkirin. Tê payîn Boltan li gel binçavkiriyên din bibin Edliya Amedê û îfadeyên wan were girtin.
Di îfadeyên emniyetê de ji Boltan kar û barên KCD’ê hat pirsîn û Boltan jî got ew rojnamevan e û div ê çarçoveyê de çalakî û şahiyên KCD’ê şopandiye.
HEMAN SÛCDARÎ CARA DÛYEM E BÛN MIJARA SÛCDARIYÊ
Ji Boltan dirûşmên di daxuyaniyek çapemeniyê ya sala 2016’an de hatine berzkirin pirsîn û Boltan jî got ew di çarçoveya nûçeyê bişopîne çûye beşdarî daxuyaniyê bûye. Ji Boltan parvekirina serdan û girtina wêneyên li ser gora Rohat Aktaş ê Midurê Karên Nivîsan a Azadiya Welat ku li Cizîrê hatibû kuştin, parvekirina bîranîna rojnamevan Mazlûm Erencî û peyama ji bo sersaxiya Kazim Dogan ê bavê Mazlûm doğan hatin pirsîn.
Boltan diyar kir ku wî berê jî ji van sûcdariyan îfade daye û got: “Min derbarê van parvekirinan berê jî îfade dabû. Lêpirsîna van sûcdariyan didome. Min di wan îfadeyên xwe de jî gotibû; ez ji ber rojnamevaniyê Mazlûm û Rohat nas dikim. Sedema parvekirina min ev e.”
Boltan di 19’ê sibatê de hatibû binçavkirin û ji heman sûcdariyan îfadeyên wî hatibûn girtin û pişt re hatibû berdan.