'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'

  • rojane
  • 09:07 2 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got têkiliya hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêş li yekîtiya kurd digire û Tirkiye dixwaze Herêmê bixe bin kontrola xwe. Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî got polîtîkaya êrişên Tirkiyê yên li Herêmê yekîtiya nav mala kurdan zehmet dike. 

Di demek ku êrişên hewayî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî deverên Herêma Kurdistanê zêde bûne, rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê jî li ser ango li pey hev tên Tirkiyê û serdanan dikin. Piştî ev hevdîtin pêk tên êrişên bombebaranê jî li ser deverên Herêmê zêde dibin. Hevseroka Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Muzeyyen Guneş û rojnamevan Bêrîtan Zagros a li Herêma Kurdistanê dixebite têkildarî armanca van hevdîtinan û encama êrişan ji ajansa me re axivîn. 
 
'TÊKILIYA HIKÛMETA BAŞÛR Û TIRKIYÊ PÊŞÎ LI YÊKITIYA KURD DIGIRE'
 
Hevseroka Nûnertiya HDP ya Hewlêrê Mûzeyyen Guneş bal kişand ser têkiliyên hikumet Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û got ev têkilî ne nû ne û xwe dispêre salên dirêj. Guneş bal kişand ser êrişên hewayî yên li ser deverên Herêma Kurdisatnê pêk tên û got: "Van êrişên dawî yên li dijî herêmê pêk tên, bi rengek hevkariya demkî ya bi Tirkiyê re li dijî têkoşîna azadiya kurd pêk tên. Ev yek xizmetê ji berjewendiyên gelê kurd re nake. Berevajî wê têkiliya hikumeta Başûr û Tirkiyê li pêşiya yêkitiya kurdan astengiya herî mezin e. Ev ji kurdan re pirsgirîkeke mezin e. Ev nêzîkatî zêde zirarê dide gelê herêmê. Peywendiya di navbera her du aliyan de ne ji bo parastina deskeftiyên gelê kurd e. Li hevkirina hin tiştan xaka herêmê dixe nava xetereyê. Polîtîkayên hikumeta Herêmê ber bi siyaseta Tirkiyê ve diçe û heman siyasetê dide meşandin."  
 
NÊZÎKATIYA HIKUMETÊ YA LI HEMBER XELKÊ HERÊMÊ 
 
Guneş destnîşan kir ku li xelkê Herêma Kurdistanê li dijî nêzîkatiya hikumeta Herêmê bi bertek e û divê li şûna polîtîkayên şaş lazim e hikumet ewilî guh bide daxwaz û pêşniyaza xelkê herêmê. Guneş got pêdiviya xelkê Herêmê bi aramiyê heye û lê li şûna aramiyê, hikumet welatyên xwe binçav dike û dikuje. Guneş anî ziman ku tehamûla xelkê li dijî nêzîkatiyê nemaye. 
 
'TIRKIYE BI ÊRIŞÊN DAWÎ DIXWAZE BAŞÛR BIXE BIN KONTROLA XWE' 
 
Guneş da zanîn ku Tirkiye dixwaze tişta ku li Qibrisê pêk aniye li Herêma Kurdistanê jî pêk bîne û wiha got: "Gelê Qibrisê li dijî Tirkiyê nêrazîbûnên xwe bi awayeke rehet nîşan dan. Lê mixabin mirov vê yekê  li Başûr nabîne. 
Gel nikare li dijî dagirkeriyê bertekên xwe bînê ziman. Ev nîşan dide ku hikumet li dijî xelkê hişk e. Hikûmeta Tirkiyê bi dagirkeriya xwe ya li Başûr hêvî dike ku têkoşîna tevgera kurd têk bibe. Hikûmeta Herêmê wekî hewşa xwe ya paşîn bikar tîne. Xeyala dagirkieriyê ya li ser Başûr nagihîje encamê. Planên wan hildiweşin. Lê dest ji van hewldanan bernedane. Milê leşkerî yê Tirkiyê hîn jî li vir deverên Herêmê bicih bûye. Ew ê taktîkên nû biceribînin. Ji ber ku Kurdan nişan da ku vîna mirov çiqas xurt e. Ew çiya û girên ku wan digotin em ê di nav du rojan de têkevinê sê meh derbas bûn, lê hêj gavek bi pêş ve neçûne. Tirkiye bi rengek ku ew bikaribe Başûr bixe bin hikmê xwe û mîna bajarek xwe  birêve bibe tevger dike. Tirkiye dixwaze her devera Başûr dagir bike." 
 
'PÊDIVÎ BI YÊKITIYÊ HEYE'
 
Guneş diyar kir ku tişta herî pêwîst Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e û got: "Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû ya ku dibêje 'PKK Hewlêrê dagir bike' hewldana dagirkirina Hewlêrê ye. Beriya her tiştî pêdiviya kurdan ew e xwedî li vîna xwe derkevin û yekîtiya xwe neteweyî saz bikin. Divê kurd destekftiyên xwe biparêz in û rê nedin dagirkeriyê. Êdî dem dema gav avêtina yekîtiyê ye." 
 
3 WALIYÊN BAŞÛR ÇIMA HATIN TIRKIYÊ? 
 
Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî diyar kir ku di rojên dawî de gelek bûrokratên Başûr çûne li Tirkiyê bi rayedaran re hevdîtin kirine û got: "Kengê trafîka dîplomatîk a di navbera PDK û Tirkiyê de çêbûye, tavilê encamên li ber çav derketine holê. Herî dawî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê çêbû û rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan di bin navê şêwra bazirganiyê ya navbera Iraq û Tirkiyê de 3 waliyên Herêma Kurdistanê Dr. Heval Ebûbekir, Firset Sofî, Elî Tatar hefteyek derbasî Tirkiyê bûn. Ji derveyî waliyên herêmê gelek burokratên Başûr û Wezîrê ji Pêkhateyan Berpirs Aydin Merûf yê ji Eniya Tirkmenî jî qaşo ji bo heman karî çûn Tirkiyê. Di rewşek ku hemû gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk bihêrs e, bi rojane çalakî li dijî dagirkeriya Tirk dikin û pêngaveke nû li dijî dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin, çûyîna waliyên Başûr ji bo Tirkiyê çend peyaman di nava xwede digire. Ya yekemîn ew dagirkeriya aborî ya li Başûr wê bê zêdekirin û Tirkiye krîza xwe ya aborî û dorpêça li ser xwe dixwaze bi rêya Başûr sivik bike. Ya duyemîn ji bo pêşî li hemû hewldanên li dijî dagirkeriya Tirk ji eniya Başûr ve pêş bikevin, bi rêya waliyan asteng bikin û weke waliyên Tirkiyê nêzî her cûre nerazîbûnên gel ên demokratîk bibin." 
 
'TIRKIYE DIXWAZE BI RÊY WALIYAN BAJARAN BIXE BIN KONTROLA XWE' 
 
Zagros destnîşan kir ku armanca çûyina waliyan a Tirkiyê bi temamî li herêmê bicihkirina hebûna Tirkiyê ye û got: "Herêma Kurdistanê ji boTirkiyê bi temamî berovajiyê daxwazên gelê Başûr û hemû gelê Kurd e. Barzanî li gel rayedarên Tirk plan derxistin, wê pratîk kirina wê ya li nava herêman de jî bi awayeke berçav jî ji bo waliyên Herêma Kurdistanê werin dayîn. Jixwe li Dihok û Hewlêrê bênavber çalakvan, rojnamevan, endamên Tevgera Azadî û welatiyên rexne li siyaseta desthilata herêmê digirin bi talîmata van waliyan tên binçavkirin. Li herêma Silêmanî jî pêşî li hemû cûre çalakiyên dijî dagirkeriya Tirk û ji bo pêşxistina yekîtiya netewî tên girtin. Asayîşa herêmê gelek caran vêya bi eşkere jî dibêjin, ji ber Tirkiye naxwaze ew destûr nadin çalakiyan. Yanî em dikarin bêjin, Tirkiye weke wîlayetên xwe mûamele li gel parêzgehên Herêma Kurdistanê dike. Her çend gel li dijî vê yekê be jî lê ji ber desthilata Başûr serî ji van zextan re ditewîne û berjewendiyên kesî, malbatî û hizbî esas digirin, Tirkiye beşeke zêde ya armancên xwe li herêmê pêk tîne. Yegane hêza li dijî dagirkeriya Tirk disekine, asteng dike û hişmendiya netewî û şoreşgerî di civaka Başûr de pêşdixe Tevgera Apoyî ye. Helbet çiqas Tirkiye nifûsê nava partiyên Başûr dike û bi rêya PDK’ê dixwaze partiyên din jî bixîne, ewqas  hewldanên ji bo yekîtiya nav mala Kurd zehmettir dibe. Yek ji astengiya herî mezin jî ev e."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e