* Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got têkiliya hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêş li yekîtiya kurd digire û Tirkiye dixwaze Herêmê bixe bin kontrola xwe. Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî got polîtîkaya êrişên Tirkiyê yên li Herêmê yekîtiya nav mala kurdan zehmet dike.
* Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek derbarê geşedanên dawî yên li başûr, bakûr, rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir ku hemû partiyên kurd bên cem hev û got: “Heke îtîfaka neteweyî di nava kurdan de pêk were wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî bertek nîşan bide.”
* 27 sal berê li Vartînîsa Mûşê 7 zarokên ku temenê wan 3 - 12 salî bûn, li gel dayik û bavê xwe hatin şewitandin. Şahidê bûyera ku ji hiş û mejiyan dernakeve axivîn û gotin: "Wê demê eskeran destûr nedan em ji malên xwe derkevin û komkujî kirin."
* Li Dersimê tê xwestin 11 herêm bibin qadên madenê. Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan gotin: "Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye. Em mecbûr in xeteke têkoşînê ya ekolojîk ava bikin."
* Girtiyê nexweş Alî Boçnak li Girtîgeha Panosê jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku ji bo taloqkirina înfaza wî du caran serlêdan hatine kirin û serlêdan bi hinceta "Ji ber derbasî qawîşa bêaliyan nebûye" hatine redkirin.
* Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Îsmaîl Şener, anî ziman ku li bajêr rêjeya xwegihandina EBA'yê ji sedî 10 e û got: "Mamoste nikarin têkevin EBA'yê îjar wê xwendekar çawa karibi têkevinê?"
* Dadgehê bi hinceta destûra lêpirsînê tuneye, doza polîs Abdullah E. ku Hêlîn Şenê kuştibû dabû sekinandin. Parêzerên Hêlînê Şenê jî serî li Dadgeha cezayê Giran a 2'yan a Amedê dan û îtiraz kirin.
* AKP, hema bibêje di her hilbijartinê de Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê ji xwe re dike malzemeya propagandayê. Lê belê nexweşxane 9 sal in înşeat e û hîn jî nayê zanîn wê kengî biqede û hejmara nivînên wê çend be.
* Fatma Altûg, di navbera 1994-1994-6'an de li Midyadê 4 xizmên wê di binçavan de hatine windakirin û lêpirsîna der barê wan de bi hinceta "dibe ku tevlî PKK'ê bûbin" bi dawî bûn got: "Esker, bang kir got 'Hecî Mehmet' û ew binçav kirin. Cerdevanan jî got, 'em hatine bi qamyonan termê we bibin.'"
* Sekreterê Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatûn, destnîşan kir ku heger restorasyona tê kirin zirarê bide awayî dîrokî û çandî yê sûran, dibe ku sûr ji nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê bên derxistin.
* Li herêma Botanê ku bi hilberîna hingivê xwezayî navder e, îsal ji ber şewatên herêmê hilberîna wê kêm bû.
* Danişîna sêyemîn a doza derbarê malbata Şenyaşar û êrişa xizm û parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî hat vekirin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran were lidarxistin. (09.00)
* Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya HDP'ê dê li navenda giştî ya partiyê bicive.
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedan û mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* KCD, DBP, HDP û TJA dê têkildarî operasyonên li dijî HDP'ê û têkoşîna dê di serdema pêş de were birêvebirin li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxûyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê biçe serdana Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û pişt re daxuyanî bide. (13.00)
* Danişîna sêyemîn a doza parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin. (14.00)