ENQERE – Parlamenterên CHP’ê û TÎP’ê çûn serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê ku li hewşa Meclîsê daye destpêkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlementerên HDP’ê bi armanca binçavkirina siyasetmedarên HDP’yî di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin binçavkirin şermezar bike, beşdarî merasîma vekirina Meclîsê nebû û li hewşa Meclîsê daxuyanî da û çalakiya rûniştinê li dar xist. Parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gok û Ûtkû Çakirozer çûn serdana çalakiya HDP’ê.
Hevserok Mîthat Sancar derbarê rewşa siyasetmedarên di binçavan de agahî da şandeya CHP’ê.
Parlamenterê CHP’ê Levetn Gok jî di serdanê de axivî û diyar kir ku demokrasî jêvenegera partiyên siyasî hemûyan e û xwest îqtîdar demildest dest ji xeletiyên dike berde.
TÎP PIŞTEVANIYA ÇALAKIYÊ KIR
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan baş jî beşdarî çalakiyê bû û piştevaniya HDP’iyan kir.
HDP’iyan wêneyên siyasetmedarên di binçavan de hilgirtin û çalakiya xwe rûniştinê didomînin.