MÊRDÎN - Di operasyona navenda wê Mêrdînê de, heya niha hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13'an.
Di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, li bajarên Mêrdîn, Êlih, Riha û Aydin derbarê 19 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di operasyona ev 3 rojin dewam dike de, heya niha 13 kes hatin binçavkirin
Di heman demê de ciwanê bi navê Ûgûr Temel ê li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû binçavkirin, 4 rojên din dema binçavkirina wî hat dirêjkirin.