Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe

  • rojane
  • 09:05 1 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû anî ziman ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Heya tecrîd hebe wê li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê hebe." 

 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve didome. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê û got, sedema sereke ya gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e. 
 
Pîroglû, bibîr xist ku 22 sal in di ser Ocalan re tê xwestin "Tevgerea Azadiyê ya Kurd" bê tasfiyekirin û got, lê belê Ocalan bi veçirandina komployê û pêngavên avêtine pêşî li ber vê tasfiyeyê girtiye. Pîroglû, anî ziman ku helwesta Ocalan a li dijî tasfiyeyê pirsgirêka kurd kiriye pirsgirêkeke navnetweyî û got: "Lewma divê çareserî jî dorfirehtir be û çareseriyeke mezin be." 
 
‘FATÛREYA TECRÎDÊ GIRAN E' 
 
Pîroglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd ji meseleya şer wêdetir e û got: "Domandina polîtîkayên tecrîdê, ji xeynî zext, şer, xwîn û fatûreyên giran ên aboriyê tu tişt neaniye Tirkiyeyê. Lê mixabin çi hêzên kedê çi jî hêzên demokrasiyê diyalekta di navbera pirgsirêkên xwe û polîtîkaya tecrîdê de rast danenîne. Lewma neçareserkirina siyasetê ya di pirsgirêka kurd de wekî pirsgirêka gelê kurd tê fêmkirin. Di navbera polîtîkayên tecrîdê û pirsgirêka kurd de rasterast têkiliyek heye. Ev têkilî heverastî têkiliya têkoşîna ji bo demokrasî û kedê ye." 
 
‘KRÎZ Û ZEXT' 
 
Pîroglû, destnîşan kir ku kengî polîtîkaya tecrîdê hebikekî sist dibe, di warê çareseriya pirsgirêka kurd de derfetên çareseriyê rû didin û got: "Gava dewlet polîtîkayên şer sist dike, li Tirkiyeyê derfetên têkoşîna jib o demokrasiyê zêde dibin. Polîtîkayên zext ûz oriyê yên dewletê li dijî gelê kurd wekî siayseta şer û li rojavayê welêt jî li dijî hêzên ked û demokrasiyê jî wekî zext û dorpêçkirinê vedigere. Mesela di navbera TTB û pirsgirêka kurd de pêwendî tê danîn û bi vî awayî tê darizandin. Kî li kû derê doza heqê xwe bike, tê terorîzekirin. Ev terorîzekirin jî heverastî polîtîkayên dîkekirinê yên dewletê ne ku di pirsgirêka kurd de pêk tîne." 
 
‘PEYAMÊN OCALAN BAŞ NAYÊN XWENDIN' 
 
Pîroglû, bibîr xist ku di dawiya têkoşînên li dijî tecrîdê de car carinan hevdîtin bi ocalan re tên çêkirin û got: "Lê belê hêzên ked û demokrasiyê peyamên Ocalan ên di van hevdîtinan de dide rast naxwînin. Di êrîşên li ser HDP'ê de û tenêhiştina HDP'ê jî nîşan dide ku ev mesele rast nehatiye fêmkirin. Di hilbijartina dawî de hat dîtin ku gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê çawa îqtidarê têk şikandin. Pêşniyara rêya 3'yem a Birêz Ocalan, bangawaziya têkoşîna hevpar a hêzên demokrasî û kedê û ya gelê kurd e. Lê mixabin hîn jî ev yek rast nehatiye fêmkirin. Serketina hêzên demokrasiyê û têkşikandina îqtidarê bi têkoşîna yekbûyî ya gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê pêkan e. Em mecbûr in vê yekê bibînin. Di vî warî de gavine berbiçav tên avêtin, lê ne bes in."
 
Pîroglû got: "Heya tecrîda li Îmraliyê dewam bike, wê li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê jî dewam bike. Heya pirsgirêka demokrasiyê dewam bike, wê dewlet zext û zoriyên dewletê jî dewam bikin." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Pîroglû got: "Niha li pêşiya me peywira lezgîn, bidawîkirina karaktera zorbe ya vê îqtidarê ye. Tekane rêya vê yekê jî têkoşîna yekbûyî û hevapar a gelê kurd û hêzên demokrasî û kedê ye. Ji bo afirandina zimanê polîtîk û amûrên polîtîk ên vê yekê, berpirsiyarî li ser milê me ye. Kî ji vê berprisiyariyê bireve, wê xizmeta mayîndebûna zext û zoriyên îqtidarê bike. Divê em ji bo rêxistinbûyîna têkoşîneke hevpar hewldanên xwe bikin yek." 
 
MA / Erdogan Alayûmat 

Sernavên din

01/10/2020
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine