* Di doza Hêlîn Şenê de bi hinceta der barê polîsê bersûc de destûra lêpirsînê tuneye biryara rawestandina darizandinê hat girtin. Parêzer Ercan Yilmaz, anî ziman ku biryara navbirî biryareke şaş e û got: "Ev jî nîşan dide ku bê ka dozger çi qasî bê ser û ber dosye şopandiye. Tu eleqeya tişta ku polîsê bersûc kiriye bi peywira wî re tuneye."
* Li Amedê zarokên ku li bazaran dişixulin, barên ji xwe girantir dikişînin. Parêzer Omer Sansarkan bal kişand ser sedemên karkeriya zarokan û got, sedemên wê "koçberî, zêdebûna nifûsê, betalî û aborî ye."
* Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû anî ziman ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Heya tecrîd hebe wê li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê hebe."
* Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Mûrat Mihçi, diyar kir ku seraktorên şerê di navbera Azerbêcan û Ermenîsatnê de Rûsya û Tirkiye ne û yên vî şerî gur diki her du dewlet in û got: "Di vê derê de zirara mezin digihê gelên her du welatan."
* Îmzevanên danezana "404 Welatiyan" operasyona li dijî HDP'ê nirxandin û bang kirin ku her kes li dor HDP'ê bibe xelek.
* Hunermenda pekusyonê Dîlan Yeşîlyaprak, anî ziman ku li dijî dîtina serdest armanca wê ew e ku bi koma xwe ya perkusyonê ya ji jinan pêk tê rîtma muzîka kurdî bi cîhanê bide naskirin.
* Danişîna rojnamevan Huseyîn Aykol û Reyhan Çapan û Hasan Başak ên ji Rojnameyê Ozgur Gundemê tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* Şaxên DAD'ê yên Edene û Mêrsînê dê têkildarî malbata Sûriyeyî ya li Îzmîrê bi lêdanê re rûbirû ma daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)
* Platforma Rawestandina Kuştina Jinan dê tekildarî kuştina jinan li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmek a Şîşliya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenterên xwe li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Danişîna doza Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar" kiriye tê darizandin dê li Dadgha Anadolûyê ya li Kartala Stenbolê were lidarxistin. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo zextên li ser partiya xwe şermezar bike dê li ber avahiya rêxistina xwe ya Kadikoyê daxuyanî bide. (18.00)