MELETÎ – Di danişîna doza ku rojnameger Nûrî Akman tê darizandin de biryara girtina Akman hat dayîn.
Derbarê rojnameger Nûrî Akman de ji ber nûçeyên ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkiribû, wêneyên ku kişandibû û parvekirinên ku li ser medya civakî kiribû, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin û di encama darizandinê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Ji ber ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin, danişîna 3’emîn a dozê îro careke din li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Dadgehê, bi hinceta ku parastina wî nehatiye girtin derbarê Akman de biryara girtinê derxist.
Dadgehê danişînê taloqî 12’ê mijdarê kir.