ENQERE – Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji serokên saziyên YE’yê û serokên welatên endam re name şand û angaşt kir ku sedema gengeşiya li Rojhilatê Behra Spî Yewnanistan û Qibrisa Başûr in.
Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji serokên saziyên YE’yê û serokên welatên endam re name şand. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Anadoluyê de hatiye weşandin; Erdogan, di nameya xwe de derbarê çareseriya aloziya li Rojhilatê Behra Spî de pêşniyarên xwe regihandiye û her wiha angaşt kiriye ku sedena gengeşiya Rojhilatê Behra Spî, ne Tirkiye, Yewnanistan û Qibrisa Başûr in.