* Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Kesê ku sax dikeve girtîgehên Tirkiyê nexweş dikevin. Divê derbarê vê rewşê de rêxistinên civakî yên sivîl zextê li rayedarên dewletê bikin.”
* Danişîna doza malbata Şenyaşar dê di 2'ê Cotmehê de bê dîtin. Parêzerê malbata Şenyaşar Hidayet Enmek, ji bo danişîna 2'ê Cotmehê bang li her kesî kir û xwest tev li danişînê bibin û li dozê xwedî derkevin.
* Amediyan destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya kurd rewşeke di ser partiyan re ye û bang kirin: "Divê partiyên siyasî yên kurdan giş bên cem hev du û bibin yek. Divê li dijî zilmê em bi yek kulm bin."
* Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, anî ziman ku êrîşên li ser HDP'ê tên kirin hemû, perçeyeke planên li dijî têkoşîna kurdan e û got: "Her kes divê li hemebr van êrîşên li ser HDP'ê bibe bend."
* Jinên HDP'î destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tê wateya bertengkirina qadên jiyanê yên jinan û gotin, ji bo mafê jiyanê divê tecrîd bi dawî bibe.
* Pira Xanê ya li navçeya Çinarê ji ber wesayîtên bargiran zirarê dibîne. Çendî ku çûnhatina wesayîtên bargiran a di ser pirê re hatiye qedexekirin jî dîsa wesayît di ser re diçin.
* Di lêpirsîna der barê tecawiza sîstematîk a li G.Y. hatibû kirin de, tenê îfadeya sûcdaran hatiye girtin. Her wiha dozgeriyê rapor xwest ku bê ka G.A. "dîn e yan na."
* Hevşaredara Şaredariya Panosê Muşerref Geçer, bibîr xist ku li Agiriyê di 5 mehan de 7 jin bi awayî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û got: "Gava jinek bi îstismara zayendî re rû bi rû dimîne, hem malbata wê hem jî dewlet dixwaze ser meseleyê bigire."
* Esnafên Wanê ji ber krîza aborî rojên zor û zehmet derbas dikin. Di 7 mehên ewil ên salê de, 416 esnafan dikanên xwe girtin.
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, şerê di navbera Azerbêcan û Ermenîsaynê de nirxand û got, Tirkiye piştî di şerê li Sûriye û Lîbyayê de tiştek bi dest nexist, niha jî berê xwe daye Ermenîstanê.
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê têkildarî operasyonên binçavkirinê dê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî geşedanên dawî li ber Plaza AZC a Ofîsa Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)
* Danişîna ewil a doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de tê darizandin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-16.00)
* Egîtîm Sen dê li Amed, Edene û Mêrsînê têkildarî newekheviya perwerdehiyê dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê dê li dijî binçavkirinan li Parka Zarokên Azad daxuyanî bide çapemeniyê. (18:00)