Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!

  • rojane
  • 11:39 29 Îlon 2020
  • |
img
AMED – Bi biryar û daxwaza Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûnîr Karaloglû, rêveberiyên walîtî, şaredarî û hin saziyan hatin guhertin. Derket holê hin kesên ku Karaloglû peywir dane wan girêdayî Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ne.
 
Walî û Qeyûmê Amedê Mûnîr Karaloglû ku di 10’ê hezîranê de bi Biryarnameya Waliyan a bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, tayînî Amedê hat kirin, qadroya xwe ava dike. Karaloglû, hem di rêveberiya walitiyê de hem jî di rêveberiya şaredariya ku weke qeyûm tayînê wê hatiye kirin de guhert pêk anîn. Dîsa li ser daxwaza Karaloglû di rêveberiya hin saziyên cemaweriyê de jî guhertin pêk hat. 
 
Karaloglû ku hevbajariyê Erdogan e, li walîtiyê di Miduriyeta Nivîsgeha Taybet û Miduriyeta Têkiliyên Gel û Çapameniyê de guhertinan pêk anîne. Her wiha li Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê jî Alîkarê Sekreterê Giştî û serokên 8 daîreyan guhertiye. 
 
Guhertina li walîtiyê, destpêkê di Miduriyeta Nivîsgeha Taybet pêk hat. Haci Çoşgûn ê ku vê peywirê dimeşand ji vê peywirê hat girtin û li şûna Mûstafa Çakmak ku 6 sal bûn Midurtiya Têkiliyên Gel û Çapameniyê dikir, hat peywirdarkirin. Her wiha Çakmak weke Midurê Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hat tayînkirin. 
 
6 JÊ JI BAJARÊN DIN IN
 
Walî Karaloglû, li şaredariyê jî destpêkê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê Ayhan Kardan, weke Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tayîn kir. Her wiha Kardan, wê wekaleten li Sekreteriya Giştî ya Şaredariyê ku ji Muhsîn Eryilmaz hat valakirin jî binêre. Piştî vê guhertinê serokên 8 daîreyan jî hat guhertin. Ji van guhertinan 6 jê ji derveyî bajar hatine kirin. Karaloglû ji Antalyayê 3 kes, ji Kocaeliyê 2 kes û ji Edeneyê jî kesek aniye. 
 
EW NAV BÛ SEROKÊ DAÎREYÊ
 
Ji bilî van 6 kesên ku ji derveyî bajar anîne, Karaloglû, Midurê Berê yê DEDAŞ’ê Nîhat Nûrbakî ku navê wî di nelêrêtiyan de derbas bûbû û ji ber gotinên wî yên li dijî jinan bertek tundî lê hatibû kirin jî tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Bejahiyê kiriye. 
 
JI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ ANÎ ŞAREDARIYÊ 
 
Karaloglû, Dr. M. Hayrûllah Akyildiz ku li Zanîngeha Dîcleyê di Beşa Endezyariya Înşaatê de Endamê Hîndekariyê bû, kir Serokê Daîreya Xizmetên Civakî. Akyildiz, di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2018’an de li Amedê bûbû bernazmetê AKP’ê. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di Serokatiya Daîreya Karên Nivîsê de jî wê guhertinek bê kirin. Hat hînbûn ku wê ji derveyî bajar kesekî li vê daîreyê peywirdar bikin. 
 
MIDURÊ PERWERDEYA NETEWEYÎ Û MIDURÊ WERZÎŞÊ JÎ GUHERÎN
 
Li gel van guhertin li walîtî û şaredariyê, li ser daxwaza Walî Karaloglû, Midurê Perwerdeya Neteweyî û Midurê Werzîşê yên Amedê jî guherîn. Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Antalyayê Yuksek Genç û Midurê Werzîşê yê Îzmîrê Nuamer Ûslû li her du miduriyetên bajar hatin peywirdarkirin. 
 
GIRÊDANA WAN A CEMIYETA BELAVKIRINA ZANÎSTÊ
 
Balkêş e van kesên ku ji aliyê Walî Karaloglû ve li Amedê hatine peywirdarkirin, girêdayî Cemiyeta Belavkirina Zanîstê (ÎYC) ne. Ev cemiyet, nêzî Cemiyeta Nûrcûyan e û di 17’ê cotmeha 1951’an de bi armanca “parastina nirxên menewî û neteweyî” li Stenbolê hatiye damezrandin. 175 şax û 174 wargehên cemiyetê hene. Li wargehên wê nêzî 30 hezar xwendekar hene. Cemiyet yek ji cemiyetên ku piştgiriyeke micid ji dewletê digireye. Serokkomariyê “Plaketa Xizmetên Serkeftî” û Wezareta Perwerdeya Neteweyî jî “Plaketa Spasiyê” dane vê cemiyete. 
 
Walî Karaloglû dema ku Waliyê Antalyayê bû, serokê şaxa cemiyetê yê Antalyayê Yûnûs Yuksel û endamên lîjneya rêveberiya cemiyete li meqamê xwe kiribû mêvan. Wêneyên vê mêvantiyê hê jî li ser Malpera Walîtiya Antalyayê hene.  
 
DI RÊVEBERIYA ŞAXÊ DE CIH GIRTIBÛ 
 
Mehmet Kesen ku Karaloglû wî kir Serokê Daîreya Qada Şîn, Parq û Baxçe, di Rêveberiya Şaxa ÎYC’ê ya Kocaeliyê de cih girtibû. Ahmet Ozkaraaslan ku Karaloglû wî ji Kocaeliyê Daîreya Qada Şîn, Parq û Baxçe jî di nav kesên ku li ser hesabê xwe yê Facebookê dişopîne de Şaxa ÎYC’ê ya Derînceyê heye.
 
SEROKÊ BERÊ ŞAXÊ
 
Alî Çelîk ku Karaloglû wî aniye Serokatiya Daîreya Civak û Çandê jî Serokatiya Şaxa ÎYC’ê ya Uskudarê kiriye. Dîsa li gorî agahiyên ku li ser malpera Komeleya Derçûyên ÎYC’ê (VEFADER), Çelîk hê jî endamê esil ê lîjneya rêveberiyê ye.
 
Nuammer Ûslû ku Karaloglû wî kiriye Midurê Ciwanan û Werzîşê yê Bajar jî têkiliyên wî bi Şaxa ÎYC’ê ya Îzmîrê re hene. Wêneyên Ûslû yên serdana vê şaxê li ser hesabê wî yê Facebookê hene.
 

Sernavên din

01/10/2020
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine