ÊLIH - Li gundê Hiskuta navçeya Hezoyê di serdegirtina malê de Harûn Bozyîgît û Mazlûm Bozyîgît hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, eskeran li gundê Hiskut ê girêdayî bajaroka Kaniyahenê ya navçeya Hezo ya Êlihê bi ser malan de girtin. Eskeran piştî serdegirtina malan Mazlûm Bozyigît û Harûn Bozyîgît binçav kirin. Hat ragihandin ku derbarê lêpirsînê de tu agahî nehat bi dest xistin û esker wê her 2 kesan ji Hezoyê bibin, Mêrdînê.