AMED – Danişîna doza rojnamevan Dûrket Suren bi hêceta rapora pispor ne amade ye hat taloqkirin.
Danişîna 4’emîn a doza rojnamevan Dûrket Suren a bi îdiaya ku hejmarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê di Twîtterê de parve kiriye tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Suren beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Resûl Tamûr û Yûsûf Erdogan amade bûn.
Serokê dadgehê danişîna beriya niha gotibû raporên MASAK tên amadekirin, lê rapora materyale ya dîjîtal hêj ne amade ye.
Parêzerên Suren û dozger xwestin kêmasiyên xisûsan temam bibin. Şandeya dadgehê jî biryara ji bo bendemayîna rapora materyala dîjîtalê biryar da û danişînê taloqî 25’ê çileya 2021’an kir.