'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'

img

ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan ên têkildarî lêpirsîna Kobanê ku dozger der barê wan de fezleke amade kirin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Taliya talî dê berxwedan bi ser bikeve. Niha dem dema ku her kes li HDP’ê û siyaseta demokratîk xwedî derkeve ye." 

 
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî 6 salan têkildarî bûyer û çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê, der barê 82 kesan de biryara binçavkirinê dan. Dozgeriyê der barê 7 endam û rêveberên Navendî ku parlamenterên berê û yên niha yên HDP’ê ne jî fezleke amade kir û xwest bên binçav kirin. Parlamenterên HDP'ê ku dozgeriyê der barê wan de fezleke amade kiriye Meral Danış Beştaş û Garo Paylan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku 5 salin bi rêk û pêk li dijî HDP’ê girtin, binçavkirin û ceza qet ranewestiya ne û wiha got: "Her roj li dijî endam û rêveberên me yên navçe û bajaran operasyonên binçavkirin û girtinê hene. Wekî ku HDP rêxistina sûc e nîşan didin. Dixwazin civakê bixapînin. Îqtîdarê çalakiyên 6-8'ê Cotmehê wekî kampanya hilbijartinê girt dest. Bûyerên 6-8'ê cotmehê di sala 2014’an de pêk hatin. Em niha di sala 2020'an de ne. Di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de heta ku Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan negot 'Kobanê ket û dikeve' kes nemir. Piştî vê gotinê mirov mirin. Em wekî partî helwesta me ya li dijî DAİŞ’ê nehatiye guhertin. Dozên wê demê li dijî Rêveberiya me ya Navendî vebû bi sûcdariya ‘meş û xwepêşandanan' vebû. Di navbera 1-3 salan de ceza xwestin. Sûc li holê tune bû. Lê piştî 6 salan tiştekî nu ava kirin. Îqtîdar dixwaze bi destê darazê HDP’ê îlegalîze û bê tesîr bike. Em aştî û ew şer dixwazin." 
 
'EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HER KESAN E'
 
Beştaş, destnîşan kir ku ev êrîş li dijî hemû kesan pêk hatiye û wiha lê zêde kir: "Ev êrîş li dijî hemû kesan pêk hatiye. Li dijî hêzên muxalif, hêzên civakê û demokrasiyê pêk hatiye. Em partiya 3'yemîn a Tirkiyeyê ne. Xwedîderketina HDP’ê xwedî derketina pêşeroja Tirkiyeyê ye."  
 
 
PAYLAN: BERXWEDAN DÊ SI BER BIKEVE' 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Berpirsiyarê Aboriyê Garo Paylan jî anî ziman ku her îqtîdar lawaz dibe êrîşî HDP’ê dike û wiha axivî: "Demokratiya Tirkiyeyê carek din birîn bû. Bertekên li dijî vê operasyonê gelek zêde ye. Bi qasî îqtîdarê dixwest encam bi dest nexist. Ew di mijara zilmê de bi înad in. Em jî di berxwedanê de bi înad in. Lê dawiya dawî dê berxwedan bi ser bikeve. Em li benda operasyonek wisa mezin bûn. Tirkiye di milê aborî û siyasî de qeyranek kûr dijî. Ji ber vê yekê dixwaze di nava civakê de berberiyê çêke û perçe bike. Dixwaze dijmin ava bike. Di mijara Libya, Suriye, Ege û Derya Spî ya Rojhilat de siyaseta Tirkiye têk çû. Di serî de li dijî HDP, gelê Kurd, gelên din û hemû hêzên demokrasiyê êrîşek berfireh plan dikin. Piştî civîna MGK'ê ev operasyon dest pê kirin. Dixwazin hişê 'Vay em HDP’ê xelas dikin' pêş bixin. Lê ez bawer dikim ku ev operasyon dê tersê wê be. Dê bibe xelasiya wan." 
 
Paylan, da zanîn ku ji bo rastiya bûyerên Konabê ronî bibe bi dehan caran pêşniyarên lêpirsînê dane meclîsê, lê rastiya vê yekê nehatiye lêkolînkirin û wiha bi dnawî kir: "Em ê li dijî derewên AKP'ê yên der barê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de her tim rastiyan vebêjin. Yên winda kirin bi provokasyonan li ser piyan dijîn. Li gelek bajaran kontr gerîlla ketin nava tevgerê û gelek welatî înfaz kirin. Ji bo em derewên AKP’ê ronî bikin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo li Tirkiye ji nûve demokrasî pêş bikeve û xurt bibe, divê em hemû mil bidin hev. Dem dema ku em bi hevre li demokrasiyê xwedî derkevin e." 
 

Sernavên din

28/09/2020
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin