MÊRDÎN – Danişîna duyemîn a doza rehîbê Dêra Mor Yakûp Sefer Bîleçen hat lidarxistin. Doz hat taloqkirin.
Rehîbê Dêra Mor Yakûp a li Nisêbînê Sefer (Aho) Bîleçen di 10’ê çile de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin. Bîleçen di 14’ê çile de hatibû berdan. Danişîna duyemîn a doza Bîleçen ku bi îdiaya “endamê rêxistinê” negirtî tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Bîleçen û parêzerê xwe û komek welatiyên sûryanî beşdarî danişînê bûn. Serokê dadgehê destûr neda rojnamevan danişînê bişopînin.
Bîleçen di parastina xwe de diyar kir ku tu têkiliya wî bi rêxistinekê re nîne û wî li gorî baweriya xwe xwarin daye wan kesên hatine cem wî. Bîleçen xwest were beratkirin.
Parêzerê Bîleçen jî got ew îdiayan qebûl nakin û xwest miwekîlê wî were beratkirin.
Dadgehê danişînê taloqî 3’ê mijdarê kir.