Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin

  • rojane
  • 09:26 23 Îlon 2020
  • |
img

DERSIM – Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku derbarê xwişka wê de lêpirsînek berfireh nehatiye kirin û dixwazin ser dosyeyê bigirin. 

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû (21) ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye. 264 roj in agahî jê nayê girtin. Her çiqas Serdozgeriya Komarê ya Dersimê lêpirsîn dabe destpêkirin jî lê heta niha îfadeyên Zaynal Abarakov ê di windakirina Dokû de ku wek gumanbar tê zanîn nehatiye girtin. Li cade û kuçeyên Dersima ku bi kamerayên mobesê hatiye dorpêçkirin, heta niha têkildarî Dokû rastî tu şopê nehatiye. Malbata Dokû ji ber nekirina xebata lêgerînek berfireh bi gazin e. 
 
Derbarê parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Çîmen bi boneya di meha tebaxê de raya giştî agahdar kiribû û gotibû “cîsmek ketibe avê nîne” bi hêceta “nepeniya lêpirsînê binpê kiriye” tê sûcdarkirin. 
 
Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku di lêpirsîna derbarê xwişka wê de bi qasî serê derziyê pêşketin çênebûye û ew metirsîdar in ku tê xwestin ser dosyeyê bigirin. 
 
DAXWAZÊN HEVDÎTINÊ BÊBERSIV MAN   
 
Dokû da zanîn ku lêpirsîna derbarê windakirina xwişka wê de hatibû destpêkirin niha xetimiye û her çiqas wan derbarê mijarê de ji Serokkomar bigire heta gelek rayedarên xwestine hevdîtin bikin jî lê hewldanên wan bêencam mane. Dokû got piştî daxwazên wan bêserlêdan mane dest bi çalakiya rûniştinê kirine û pişt re ew hatine binçavkirin û berdan. Dokû da zanîn ku bêhiqûqî hemû wan dibîne û ew ne qatil û destdirêjkar in, çalakî û daxwaza wan gelek xwezayî ye. Dokû got ew li benda bersiva Waliyê Dersimê û Serokkomar in ku bi wan re hevdîtinê bikin. 
 
GUMANA KU TÊ XWESTIN SER DOSYEYÊ WERE GIRTIN 
 
Dokû anî ziman ku heke daxwaza wan a bi rayedaran re neyê qebûlkirin dê dîsa biçin Enqereyê û got: “Em wek malbatê bi guman in ku ser dosyeyê were girtin. Em nikarin qebûl bikin ku ji me re bêjin ‘xwişka xwe ji bîra bike, bûye dûkel.’ Em ê biçin Meclîsê û bi parlamenteran re hevdîtinê bikin. Pêwîst bike em ê li deriyê her kesî bixin. Gulistan her kêlî di hişê me de ye. Êdî tehamula me nemaye. Ji bo Gulistan gelek pirs tên bîra mirovan. Bila rayedar malbata Gulistan û malbata Zaynal bidin ber hev. Pêwîste Gulistan nebe hedef.” 
 
HÊVIYA WAN HEYE 
 
Dokû da zanîn ku destpêkirina lêpirsîna derbarê parêzerê wan de jî bêhiqûqî ye û tevî hemû neyîniyên ku derbarê Gulistan de derketine holê jî wan hêviya xwe nebiriye û ew bi bawerin dê hiqûqzan aqûbeta xwişka wê derxin holê. Dokû banan li civakê û bi taybetî jî li jinan kir û xwest ji bo Gulistan Dokû deng derxin. 
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

25/09/2020
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin