Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome

  • rojane
  • 09:01 23 Îlon 2020
  • |
img

SAMSÛN - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seçkîn Kir, anî ziman ku êrîşên nîjadperest ên li Behra Reş diqewimin, berê jî li hemberî rûm û ermenan hatibûn kirin û got: "Hîn jî feraseta Îpsîz Recep û Topal Osman didome." 

Ev demeke herêma Behra Reş bi êrîşên nîjadperest di rojevê de ye. Hema bibêje li vê herêmê her sal karkerên demsalî bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Par di van êrîşan de 2 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Îsal jî di 14'ê Îlonê de Eymen Hammamî yê 16 salî yê sûriyeyî li Samsûnê hat kuştin. Her wiha li vê herêmê berê li hemberî siyasetmedarên HDP'î jî hin êrîş hatibûn kirin. 
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seçkîn Kir ev yek nirxand. 
 
RÛM Û ERMENΠ
 
Kir, anî ziman ku ji bo sedemên êrîşên nîjadperest bên dîtin, divê mirov li paşperdeya dîrokiyî ya herêmê mêze bike. Kir, bilêv kir li paş êrîşan sedemên sosyolojîk û aborî hene û got, hîmê nîjadperestiya li herêmê 100 sal berê hatiye avêtin. Kir got: "Berê piraniya mirovên li herêmê rûmên ortodoksî, ermeniyên orotodoksî û katolîk bûn. Lê belê di demên dawî yên osmaniyan de ev nifûs hat qirkirin. Nexasim jî bi avakirina komarê re ev qirkirin zêdetir bû û ev gel bi temamî hatin tunekirin. Paşê mirov koçî vê derê kirin û qadên nû hatin avakirin. Nifûsa xwecihî ku dibêje em tirk in, li cihên hatin valakirin hat bicihkirin û dest danî ser milkên xeyrîmuslî man." 
 
‘FERASETA TOPAL OSMAN' 
 
Kir, anî ziman ku 'tebeqeya bijartî' ya li herêmê hat bicihkirin, di warê hebûniyê de deyndarê dewletê ye û got: "Îjar piştî nifûsa rûm û ermenan hat tunekirin, ev tebeqeya nû jî di warê tekparêzî, homojen û çandî de feqîr bû û bi vê re dijminatiya yên derî kodn xwe yên nasnameyî kir. Nîzama mueses her tim bi van taybetmendiyên behra Reş ji xwe re dike propaganda. Nîzama mueses bi destê çeteyên wekî Îpsîz Recep û Toopal Osman ku ew li girtîgehan gihandin, rûm û ermanan tune kir. Heman feraset hîn jî didome." 
 
Kir, destnîşan kir ku ên Hrant Dînk kuştin, ên li Trabzonê rahîb Sanatro kuştin jî berdewamkerê vê ferasetê ne û got, damezrênerê JÎTEM'ê Velî Kuçuk jî bi salan li Gîresûnê xebitiye. 
 
Her wiha Kir, anî ziman ku li Behra Reş gava mirov HDP'î be bedêla wê giran e û got, dewlet her tim dixwaze dijminatiya bi kurdan re bîne bîra mirovan. Kir, diyar kir ku ji bo vê li ji Sînopê heya Artvînê navê eskerên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li serbihuran hatiye kirin. 
 
Kir got: "Li welêt meseleya kurd bê helkirin jî, wê li herêmê dijminatiya ji bo kurdan û nîjadperestî neyê helkirin, wê hinekî din jî wext bixwe. Divê di navbera karkerên kurd ên tên herêmê û xwediyên baxxçeyan û mirovên herêmê de xwişk û biratiyek bê avakirin. Ancax wê çaxê wê dîkekirin nemîne. Jixwe tiştak ku partiya me dike jî ev e." 
 
MA / Tolga Guney 

Sernavên din

25/09/2020
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin