WAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî Necmî Kalçik bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê testa vîrûsa koronayê ya girtî Necmî Kalçik pozîtîf derket. Li ser vê yekê 17 girtiyan xistin karantînayê. Wezareta Tenduristiyê li malbata Kalçik geriya û derbarê rewşê de wan agahdar kir. Malbat li girtîgehê geriya û rewşê piştrast kir.
Malbatên girtiyên di karantînayê de ne çûn girtîgehê lê ji ber şewbê hevdîtin pêk neanîn.
Kurê Kalçik, Rizgar Azad Kalçik diyar kir ku nexweşînên wek dil û mîde yên bavê wî hene û ew ji jiyana wî bi fikar in.