RIHA - Xebatkarekê tenduristiyê yê li Polîklînîka Semt a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dixebitî, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Xebatkarê tenduristiyê Abdullatîf Sancar ê li Polîklînîka Semt a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê dixebitî ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Sancar ev demek bû bi şewbê ketibû û dihat dermankirin.