STENBOL - Kesên di çarçoveya operasyona li dijî ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hat xwestin ku bên girtin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û gelek endam û rêveberên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) ên di operasyonê de hatibûn binçavkirin sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê hatin kirin. Li edliyê hat hînbûn ku 17 kes hatine binçavkirin. Dozgerê ku dosyeya 17 kesan lêkolîn kir, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandeya rêxistinê kirin" bi daxwaza girtinê sewî dadgehê kirin.
Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin, ji ber xebatên xwe yên partiya siyasî tên sûcdarkirin.