* Hatîce Ozdemîr a ku 27 sal in ji bo dîtina hestî û kujerên du birayên birayên xwe têdikoşe. Ozdemîr li aliyekî bi daxwaza edaletê re mijûl e li aliyekî jî dadgeh dixwaze bi îdiaya “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza lê bibire. Ozdemîr got: “Li şûna hestî û kujerên birayên min bibînin, radibin dixwazin min ceza bikin.”
* Li gundê Sarnûsayê ya navçeya Şaxê, giyayên li mêrgan tên berhevkirin bi hesp û qantiran tên kişandin. Gundî piştî giyayên xwe tînin gund, wan lod dikin û ji bo zivistanê hiltînin.
* Rêxistinên civaka sivîl ku hawirdora Geliyê Godernê paqij dikin, bang kesên seredana geliyê dikin kirin û gotin: "Em bi hev re xwezaya xwe biparêzin."
* Zimanzan Necmiye Alpay, "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê nirxand û got, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê şensekî mezin e.
* Li quntarên Çiyayê Cûdî şewata pel bi pel belav dibe. Jinên Şirnexî, bertek nîşanî nevemirandina şewatê dan û gotin: "Tişta ku dişewite ne Cûdiye, wîjdana mirovahiyêye.”
* 13 karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin, bi rojane li ber şaredariyê çalakiyê rûniştinê li dar dixin. Karker Mîkaîl Peşen got: "Bêyî tiştekî bibêjine m ji kar derxistin û hin kesên din xistin şûna me."
* 103 kesên di teqîna mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan wê di meha 59'emîn de li Meydana Garê ya Enqereyê werin bibîr anîn. (10.00)
* Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî daneyên vîrûsa koronayê yên meha tîrmeh û tebaxê rapora amade kiriye li ser înternetê eşkere bike. (12.30)
* DÎSK dê li Dîlovasiyê biçe serdana karkerên ji kar hatine derxistin. (13.00)