Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn

img

STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku bi şewbê re li girtîgehan hema bibêje mafê pêwendîdanînê ji holê hatiye rakirin. Onaran, xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Mafê her mirovî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwazin. Ev mafê her mirovî ye." 

 
Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya "asayîbûnê" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kiribû, her diçe hejmara pêketiyan û kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Piştî vê yek ji deverên ku bûye cihê meraqê jî girtîgeh in. Di demên dawî de di warê şewba Covîd-19'ê de der barê girtîgehan de tu agahî nayên parvekirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, der barê rewşa girtîgehan de axivî. 
 
ASTENGKIRINA PÊWENDÎDANÎNÊ 
 
Onaran, destnîşan kir ku yek ji qadeke ku şert û mercên wê awarte ne jî girtîgeh e û got: "Li vê derê yek ji astengiyên heyî jî pêwendîdanîn e. Gava pêwendî tunebe pêkanîna wê rihet e. Di van şertan de jî binpêkirinên mafan zêde dibin. Lê belê binpêkirinên mafan ji bo her pêvajoyê derbasdar in. Di dema şert û mercên demokratîk de jî li girtîgehan her tim binpêkirinên mafan hene." 
 
Onaran, bibîr xist ku bi şewbê r eewilî hevdîtinên malbata û parêzeran hatin bisînorkirin û got, piştî pêwendîdanîn ji holê hat rakirin li girtîgehan atmosfera hatiye xwestin hatiye afirandin û got: "Bi rastî jî rewşa li girtîgehan pir xirab e. Hem di warê hiqûqî hem jî di warê mafên mirovan de. Ji ber vê yekê her diçe fikarên me jî zêde dibin." 
 
Onaran, anî ziman ku piştî şewb dest pê kiriye ji bo tevdîrgirtinê hin pêşniyar kirine û got, lê belê pêşniyarên wan esas nahtine girtin. Onaran, diyar kir ku piştî bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên edlî hatine berdan li girtîgehê pirsgirêka xwarinê rû daye û got: "Ji lewra li girtîgehan ên karê xwarinê dikirin ew bûn. Ev yek jî nîşan da ku bê dewlet çi qasî bê plan û bê pêşbinî ye. Hîn jî ev pirsgirêk didome." 
 
Onaran, detsnîşan kir ku bi şewbê re girîngiya paqijiyê careke din hatiye fêmkirin û got, lê belê li girtîgehan amûrên paqijiyê pir kêm didin girtiyan. Onaran got: "Diviyabû ev amûrên paqiijiyê belaş bûne, tiştên dezenfektanê bi awaekî rêk û pêk bihatana dayîn û maske û lepik belaş bihatana dayîn. Lê belê her ku çû fiyetê evan tiştan pir hatin bihakirin." 
 
MAFÊN CIVAKIYΠ
 
Onaran, diyar kir ku di dema şewbê de ji dêvla hevdîtina rû bi rû mafê hevdîtina bi telefonê hatiye dayîn, lê belê ev rewş jî hinekî biproblem e û got: "Li hin deran ev yek heftê carekê hat kirin. Li hin deran 20 deqe di carekê de hat bikaranîn. Li hin deveran jî 10 deqe daxistin 3 deqeya. Gotin wê ji bo pêdiviyan qoliyan bişînin. Lê belê qolî bi mehan e tên sekinandin. Mafên civakiyî ji holê hatin rakirin. Girtiyên li pirtûkxabe û atolyeyan dixebitîn mafên hemûya ji holê hatiye rakirin." 
 
Her wiha Onaran, bilêv kir ku li qawîşan pîvanên navbera fizîkî esas nayê girtin û got, di warê kêmkirina kapasîteyê de jî tiştek nayê kirin. Onaran, anî ziman ku heger 10 kes biçin atolyeyekê dikarin vê yeê biin du beş 5-5 û got: "Berevajî hîn bêtir bisînor dikin. Divê ev yek demildest ji holê bên rakirin. Divê desv ji polîtîkaya di nava zindanê de zindan bê berdan." 
 
ODEYÊN KARANTÎNAYÊ 
 
Onaran, destnîşan kir ku yek ji binpêkirinên mafan ên sereke yên li girtîgehê jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye û got, ev yek bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş xirabtir dike. Onaran got: "Hema dikarin bibêjin mafê tenduritsiyê bi temamî ji holê rahtiye rakirin. Sewqên nexweşxaneyan bi hinceta 'şewbê' tên astengkirin. Her wiha gava girtî biçin nexweşxaneyê divê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Di dema karantînayê de jî li odeyên qirêjî û nebaş dimînin." 
 
Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, girtiyên nexweş divê bi awayekî rêk û pêk biçin nexweşxaneyê û got: "Divê nêzîkatiya ji bo girtiyên nexweş taybetir be. Lê belê ji dêvla ku bi vî rengî be, ne wan dibin nexweşxaneyan ne jî tedawî dikin. Astengkirina mafê tenuristiyê tê wateya ku girtiyên nexweş esas nayên girtin. Em dikarin bibêin ku nêzîkatiyeke wekî 'hûn dimirin jî bimirin, jixwe em jî dixwazin hûn bimirin' heye." 
 
‘WAN BERDIN' 
 
Onaran, destnîşan kir ku ew parêzvanên mafên mirovan van binpêkirinên mafan qebûl nakin û got: "Em ê her tim bibin dengê wan û bêhna wan. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû girtî bên berdan. Ji lewra em baş dizanin ku li van girtgehan rewşa vîrusê nayê aşkerekirin û belav bûye. Berî ku li wan deran hejmara pketiyan zêde dibe qet nebe mafê xwetirxwestinê yên girtiyên nexweşînên wan ên kronîk û ên giran hene heye. Mafê her mirovî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwazin. Ev mafê her mirovî ye." 
 
MA / Kadîr Guney 

Sernavên din

04/09/2020
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe